D› 60. SALVEGERA ?EHADETA XWE DE SEROKKOMAR QADŒ MIHEMED L› NAV ME Z›NDŒ YE!
Tarih: 31.03.2007 Saat: 22:20 Gnderen: Editor
|
|
31ê Adarê ROJA ?EHÎDAN e.Berî 60 salan rojekî wek îro Serokê Komara Kurd ?ehîd Qadî Mihemed li bajarê ku lê jidayîkbûyî hat sêdardekirin. Bi vê munesebetê ev roj wek roja ?ehîdên Kurdistanê tê bi bîranîn.
Em pê?ewa Qadî Mihemed û ?ehîdên din yê Komara Kurd bi rêzdarî bi bîrtînin û di Roja ?ehîdan de li pê? rihê pak û rewan yê bi deh hezaran qurbaniyên doza azadiyê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, yadî cengawerî û mirovhiziya wan dikin. Qadî Mihemed di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de pê?ewayekî navdar e ku di sedsala bîstan de ji bo gelê Kurd dewlet damezirandiye, li bajarê Mahabadê Komara Kurd îlan kiriye. Û jiyana xwe jî di ber Komarê de bi wêrekî kiriye qurbanî. Her çiqasî temenê Komara Kurd mixabin tenê 11 heyvan domand û dewleta me bû qurbaniya konjunktura siyasî ya encama ?erê duyemîn ya cîhanî jî, lê cardin ev bûyer û qonaxa siyasî di dîroka Kurd û Kurdistanê de gelek manîdar e û rûpelên zêrînî ye. Ew ala rengîn ku li meydana Çarçira hatibû daliqandin, îro li ba?urê welatê me li ser axa pîroz pêl dide. Qadî Mihemed wê alê teslîmê Barzaniyê nemir kiribû. Di van ?êst salan de ew emanet wekî nûra çavan hat parastin. Ev ?anzdeh sal in, ala rengîn wek nî?ana azadiyê li be?ekî welatê me li ezmanên Kurdistanê dadiwe?e. Ev bûyer bi serê xwe delîlê berdewamiya doza rewa ya gelê Kurdistanê ye.Serhildana Babanan, ya ?êx Ubeydullahê Nehrî, Hewldanên Mîrîtiya Bedirxaniyan, ?êx Ebdilselam Barzanî, Koçgirî, ?êx Saîd, ?êx Mahmûd Berzencî, Berxedana Barzaniyan, Gilîdax, Dêrsim, 1946 Mahabad… 1958 vegera Barzaniyê nemir bo Kurdistan, 1961 ?ore?a êlunê, 1970 Beyana adarê destxistina Otonomiyê, 1991 Destpêka serhildanê li Ranya. 1992 Gulan Hilbijartin û hezîran Damezirandina Parlamentoya Netewî ya Kurdistanê li Hewlêrê û êlun damezirandina Federe Dewleta Kurdistanê… 2005 Hilbijartin, 2006 Hilbijartina Serokê Kurdistanê, danana Hukûmeta Yekgirtî ya Kurdistanê, 2007 sala Kerkûka dilê Kurdistanê…2008… 2009…. 2010 …. û salên pê?…. Rojên azadiyê, a?itiyê, demokratiyê, ?adiyê û bextewariyê li seranserê Kurdistanê. Rojên cîbecihkirina daxwaza rewa ya xelkekî zêdetirî ji çil milyonan li Rojhiolata naverast. Bi paseporta Kurdistanê bi serbilindî ger û seyran li dinyaya mirovayetiyê… Pê?eroj ya gelên bindestan e… Pê?eroj ya heq û huqûq û mirovayetiyê ye. Ey Qadî Mihemedê zana û pê?ewa em ji bo we nagirîn, em bi we ser bilind in. We bi benikên di histiyên xwe de ji keç û kur û neviyên xwe re pê?erojekî ronî amade kir. Hûn yek bi yek ZINDÎ ne û bîr û mejiyê me de dijîn. Em te bi gotinên te dîrokî bi bîr tînin ku îro jî riya me ronî dike:„... gelê kurd, ti ti?teke te yê kêmî neteweyên dî tune ye; lewra divê tu jî wekî gelên dî yên dinê azad bibî. ...“ Qadî Mihemed
|