|
u an sitede, 27 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Teksta hevdÓtina CNN-Í ya li gel serok BarzanÓ
Tarih: 28.10.2007 Saat: 11:19 Gnderen: Editor
|
|
?eva borî nûçegêhanê kanala CNN-ê di derbarê ari?eya navbera Tirkiye û PKK-ê de hevdîtinek li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêk anî.Ev jî teksta hevdîtinê ye:
Pirs-Birêz Barzanî, gotûbêjên ku dê di navbera Tirkiye û Iraqê de bên kirin hûn çawa dinirxînin û peyama we bo wê civînê çi ye?Serok Barzanî:"Peyama min bo wan kesên ku li Tirkiyeyê baweriya wan bi demokrasî û a?itiyê heye, ev e ku nehêlin ari?eya navbera PKK-ê û Tirkiyeyê bibe pirsgirêka navbera kurd û tirk. Kurd bi xwe qurbaniyên terorê ne û alîgiriyê li ?îdetên nake û dixwazin bi hevre jiyaneke demokrasî û a?tiyane çê bikin". Pirs-Golo niha di wê civînê de xalek heye ku hatibe pê?niyazkirin û hûn bi neba? bizanin û jê nerazî bin?Serok Barzanî:"Em dizanin ku ji 20 salên borî ve riya çaresertiyê a le?kerî tu armanceke wê tunebûye. Wan xwastiye me neçar bikin û me bikê?in nav wî ?erî.Eger biryar bê dayîn ew arî?e bi riya le?kerî ve bê çarserkirin, em pi?tevaniyê lê nakin û naxwazin bibin aliyek ji ?erê navbera PKK-ê Tirkiyeyê. Eger ew riyeke a?tiyene pê?niyaz bikin, çi PKK yan jî Tirkiye, em ê her hêsankariyekê bo bikin û dê pi?tevaniyê jî bikin."Pirs-Berpirsên amerîkî gotine ku îdareya Herêma Kurdistanê bêxem e di rasthatina Çekdarên PKK-ê de, ku çalakiyên xwe li dijî Tirkiyeyê di Herêma Kurdistanê de pêk tînin. Çi bersiveke te bo amerîkiyan heye? Serok Barzanî:"Ez bi gi?tî wê yekê red dikim. PKK di axa Herêma Kurdistan û wan deverên ku di bin kontrola Herêma de ne, tune ne.Ez tekîd dikim ku PKK di tu yek ji bajarên Herêma Kurdistanê(Dihok, Silêmanî û Hewlêrê) de tune ne, heta di gundan de jî tune ne. Me ji berpirsên amerîkî re a?kere kiriye ku em amade nînin pê?mergeyên xwe bo ?epandina çekdarên PKK-ê bi?înin çiyayan çimkî ew dever nayên kontrolkirin." Pirs-Golo amerîkiyan di demeke wiha de alîkariya we daye?Serok Barzanî:"Amerîkî dikarin zêdetir alîkariya me bikin le belê em bi rastî sipasiyan wê alîkariya ku li me kirine, dikin."
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|