|
u an sitede, 28 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
?ivan Mihemed AlÓ ? Tula MehdÓ EzÓz hatin serbest kirin
Tarih: 23.03.2007 Saat: 12:48 Gnderen: Editor
|
|
Nûnerên Wezareta Kulturî ya Kurdistanê ?ivan Mihemed Alî û Tula Mehdî Ezîz vê sibehê serbest hatin berdan. Ve sê roj bû bêyî ko desthiladarên Tirkiyeyê sedemekê hiquqî bidin nî?andan li balaferirxaneya Stenbolê pê?î li ?ivan Mihemed Alî û Tula Mehdî Ezîz girtibûn.
?ivan Mihemed Alî û Tula Mehdî Ezîz wekî mêvanên Weqfa Çanda Kurdî bi mebesta tevlî ?ahiya Newrozê bibin ji Hewlêr hatibûn. Polîsê balefirxaneya Stenbolê bi awayekê di balafirxaneya Stenbolê de dabûn rawestandin û nehêla bûn ew derbas bibin. Li gorî agahdariyên Endamê Rêvebiriya Weqfa Kurdî Remzî Çakin dayin me vê sibehê ev herdu mêvanên weqfê bo Urdînê bi ba? ve hatin vegerandin. Li gorî agahdariyên me wergirtine, di vê pê?îlêgirtinê de, desthiladarên tirk ji van herdu mêvanên weqfê re dibêjin “Em vê Weqfa ko hon behs dikin û mieseseyeka wesa nas naskin û her hatina we jî ya bo Tirkiyêye qedexe ye” Wekî têt zanîn Weqfa Çanda Kurdî li gorî yasayên tirkîyê bi awayekê resmî di 1997-ê de hatiye ava kirin.Ji aliyê dî vê sibehê 12 sazî û komeleyên sivîl di Komaleya Mafê Mirovan ya ?axê Stenbol preskonferansek çêkirin û ev helewesta desthilatdarên tirk ya li himberî nûnerên Wezareta Kulturî ya Hukumuta Kurdistanê ?ermezar kirin.Komaley û saziyên tevlî prenskonferansê bûyî bû ev bûn:?axê Komaleya Mafê Mirfan ya Stenbolê(IHD) Rêxistina Stenbolê ye Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Rêxistina Wilayeta Stenbolê ya Partiya Azadî û Hevkarîyê (ODP) Rêxistina Wilayeta Stenbolê ya Partiya Bizava Kedkaran (EHP) Rêxistina Wilayeta Stenbolê ya Partiya Demokrasiyê (SDP) Rêxistina Wilayeta Stenbolê ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Rêxistina Wilayeta Stenbolê ya Partiya Kedê (EMEP) Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurdî (KURT-KAV) Nûneriya Dema Nû Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) Merkeza Gi?tî ya SINE-SENê Mala Gelan
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|