Newroz, li gelÍ kurd ? cÓhana asÓtÓxwaz pÓroz be
Tarih: 23.03.2007 Saat: 12:31 Gnderen: Editor
|
|
Newroz ji bo gelê Kurdistanê, roja berxwedana neteweyî û roja serhildanê ye li dijî dagirkeran, Newroz ronahîye, Newroz nîsana azadîya gelên bindeste. Newroz sembola yêkîtîya neteweyî ya gelê kurde.
provaqasyonên xwefirosan, tehdît û gefên dagirkerên Kurdistan jî, Me ti sik û goman nîne ku kerkûk wê bikeve himbêza Kurdistanê. Hemwelatîyên Kerkûkê, kurd, tirkman, ereb û hemû kêmneteweyên din dixwazin di gel Dewleta Federe ya Kurdistanê bijîn. heta ku Kerkûk bi yasayî û fermî jî bûye parçeyêk ji Dewleta Kurdistanê, pêwîste ku gelê kurd bi dirûsma, serokê neteweyî Barzaniyê nemir Kerkûk dilê Kurdistanê ye. La? bê dil nabe, Kurdistan jî bê Kerkûk nabe xebata xwe berdewam bikin.Jib o vê yêkê jî, em wek Rêxistina dervayî welat ya PDK-Bakur, bangewazîyê li tevayî Partî, rêxistin, ronakbîr û sîyasetvanên Kurdistanî dikin ku bi yêk dengî pistgirîya desthilatdarîya sîyasî li basûrê Kurdistan berdewam bikin, ji bo cibecîh kirina madda 140 ya destûra Irakê.Bi minasebeta Newrozê, em carekî din jî gezî li hemû partî, rêxistin û dezgehên neteweyî li bakurê Kurdistanê jî dikin ku yêkîtîya xwe pêk bînin, pirsa yêkîtîyê ji bo xwe bikin erka sereke, ji bo xurtkirina dîyalox û birayetîya kurdan bixebitin, ji bo ku gelê kurd bigîhêje mafê xwe ye sîyasî mîllî û neteweyî giranîyê bidin hevkarî û xebatên hevbes.Em wek, RDW ya PDK-Bakur bi dil û can Newroza gelê xwe pîroz dikin.Herwiha germtirîn silavên xwe ji bo malbatên sehîdên doza gelê kurd û kurdistanê disînin, Hêvî dikin ku newroza 2007 bibe wesîle ji bo pêkanîna yêkîtîya neteweyî li bakurê Kurdistan û serkeftina referandûma Kerkûkê ji bo gelê kurd. Newroz li we/te û tevayî cîhana astîxwaz pîrozbe!Bijî NewrozBijî birayetîya gelê kurdBijî Kurdistan Rêxistina dervayî welat ya PDK-Bakur21.03-2007 Avrûpa
|