Beyana Hevbe?:PDK-Bakur-PSK-PWDK-Newroz nÓ?ana azadÓ, birayetÓ ? wekheviyÍ ye...
Tarih: 23.03.2007 Saat: 12:27 Gnderen: Editor
|
|
Îro cêjna azadî, brayetî û wekheviyê, Newroz e. Gelê Kurdistanê ligel çendîn neteweyên din ên herêmê cêjna Newrozê pîroz dike. Li her çar aliyên Kurdistanê, gelê Kurd ji bo cêjna xwe ya neteweyî di nav ?ahî, dilxwe?îyê da ye, lê herweha bi berxwedani û ragirê daxwaza mafên xwe yên demokrasî, azadî û wekheviyê dike. Li ser navê Partiya Demokrat a Kurdstanê-Bakur, Partiya Welatparêz a Demokrat a Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, cêjna neteweyê Kurd, kêmneteweyên din ên Kurdistanê, gelên din ên herêmê pîroz dikin.
Gelê Kurd li Kurdistana azad di nav azadî û di bin sîwana desthilata xwe ya neteweyî de cêjna xwe bi awayekî azad pîroz dike. Lê li aliyê din yên welatê me,tîrê dijminane, êrî?ên hemberê gel û nirxên Kurd û Kurdistanê, di cêjna Newrozê da jî berdewam in. Hîn jî welatên serdestên Kurdistanê bi her awayî hewl didin ku Kurd nikaribin cêjna xwe bi awayek azad pîroz bikin. Di rasti de ev êrî? ne tenê dijî gelê Kurd, dijî nirxên mirovayetiyê ye. Ew mantiqê ku hîn jî ji ber tîpa-W, dixwaze Newroza gelê Kurd qedexe bike, li welatên serdestên Kurdistanê desthilatdar e, ?ik jê re tune ye ku ev hest û helwêsta van dewletan, Tirkiye, Îran û Suriye, israr di dinyayek hov, êrî?kar, tehdîtwarî da ye. Gava di dinyayê de bayê demokrasî û azadiyê pêl dide de, ew li ser tarîtiyê israr dikin. . Partiyên me, PDK-Bakur, PWDK û PSK dinyayek tarî û hovan e ku ev dewlet dixwazin bandorê li Kurdistanê bike, red dikin. Mafê gelê Kurd e ku wekî her neteweyek cîhanê di nav azadî, a?tî, ewleyî û demokrasiyê de bijî. Em heta dinyayek ronahî li ser xaka Kurdistanê neyête jiyandin, dê xebat û doza xwe ji bo mafên neteweyê xwe dom bikin. Newroz, roja yekîtiyê û hevkariyê ye. Bi sedên salan neteweyê Kurd di vê rojê de yekrêziya xwe, wekî netewe derbasî jiyanê kiriye. Di roja neteweyî_Newrozê de, carek din em bang a yekîtî, tebayî û yekrêziyê di nav tevayiya alî û hêzên Kurdistanê dikin. PSK, PWDK û PDK-Bakur di vê roja bextewerî û ?adiyê de, destê birayane dide tevayiya hêzên demokrat, a?tîxwaz û hevdem. Cîhanek ewle û di nav a?tiya civatî de ji tevayiya xelkên deverê û cîhanê re dixwaze. Newroza gelê Kurdistanê pîroz be.Bijî Newroz.Bijî Kurdistan. 20.03.2007 PDK-Bakur, PWDK, PSK
|