Kovara Haber Objektif Rapora MIT Í ya li ser Kerk?kÍ we?and
Tarih: 20.03.2007 Saat: 18:49 Gnderen: Editor
|
|
Rapora bi dizî ya Kerkûkê, ji aliyê ?êwirdarê M›T ê Cemal Uzgören ve hatiye amadekirin. Rapor bi tevayî di kovara ``haber Objektif`` de hatibû we?andin. Li gorî nûçeya kovarê, rapor ji çar sernivîs û sê rûpelan pêk tê. Rapor, ji serfermandariya le?kerî Genel Kurmay Ba?kanligi-GKB, Wezareta karê Derve, Wezareta Enerjiyê, Niwêneriya Baziganiya Derve ya Tirkiyê re hatiye ?andin.
Di destpêka raporê de wisan tê gotin: ``Statûya Kerkûkê di gel rol û nefta wê, ji aliyê Tirkiyê ve bi baldarî tê raçavkirin. Li ser vê bingehê, M›T, xebatên giring yê îstixbaratê li wir pêk tîne, li ser xeterên pê?erojê dezgehên Tirkiyê ?iyar dike``. Wisan didome rapor: ``Hikûmeta Herêmê qanûnên Petrolê ji bo herêma kurda amade dike. Bi vê jî xuyanî dike ku Hikûmeta Herêmê dixwaze Hikûmeta Navendî ya Iraqê ji dewrê derxîne û mîna dewletek serbixwe bilive. Pê?ketinên li wir ji aliyê me ve bi ?êweyek peljenî tê raçavkirin. Pir bi sûd e ku Tirkiyê ji awira berjewendiyên xwe tedbîran bigire.`` Rapor bi firehî qanûnên ku Hikûmeta Herêmê li ser kar dike, dinirxîne û diyar dike ku cihên petrolê di bin du navan de hatine analîzkirin. ``Cîhên di dest herêmê de`` û ``Cihên pê?erojê``. Cihên di dest de, ew cîhin ku ji tebaxa 2005 an û vir ve dixebitin û rojê 20 hezar warîl petrol ji wan tê bidetsxistin. Deverên li derveyî vê bendê dimînin, dikevin nav rêza pê?erojê. Aliyên ku dikevin ber qanûna petrolê, bêhtir Herêma Kurdistanê ye. Lê ji bilî wê, ``Cihên hinekî bi ixtilaf`` jî hene. Kerkûk jî di nav cihên ixtilaf de ye û ew jî ji cihên pê?erojê tê hesêp. Li ser vê bingehê, gava mirov berî referandûmê bawerî pê bîne (bi hilbijartinek erenî bawer bike) ku Kerkûk dê bi herêmê ve bê girêdan, bêyî çêbûna referandûmê Kerkûk dê bibe cihek ji yê pê?erojê. Hikûmeta Herêmê bi vê gavê li ser petrola wir dê bibe xwedî gotin, li ser nefta Kerkûkê û ya heremê dibe xwedî maf ku peymanan bi welatên 3 an re îmze bike. Hikûmeta Herêmê li ser xeta boriyên neftê jî dê bibe xwedî biryar. Dikarin bê îcazeya Hikûmeta Navendî, mîna welatek serbixwe xebatê bikin... Nûçeya kovara Haber Objektif di dawiya vê nivîsê de sual dike ku ``Kurdên Iraqê ber îi deverê diçin?``, û wisan didome: Pi?tî ku mar?a netewî hat pejirandin, Mesud Barzanî di bin navê Serokê Herêma Kurdistanê xebatên pir alî dike. Dogan Haber Ajansi diyar dike ku ji bo pêkanîna qanûna 140 î, li Baxdayê di navbêra serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serekomarê Iraqê Celal Talebanî de civîn pêk hatiye. Tê gotin ku, mirov li ser vê bendê li hev kiriye ku pi?tî avakirina Wezareta Pe?merge hat çêkirin, 180 hezar hêzên çekdar bi serokatiya Mesûd Barzanî ve bê girêdan (Zarathustra News).
|