|
u an sitede, 32 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
PDK-Bakur: NEWROZA GEL ME PŒROZ BE!
Tarih: 18.03.2007 Saat: 22:29 Gnderen: Editor
|
|
Sekreteriya Ragihandinê ya PDK-Bakur bi daxuyaniyekî cejna NEWROZê li gelê me pîroz dike. Di banga Partiyê de bi taybetî i?aretî mijara Kerkûkê tê kirin û tê ragihandin ku hewce ye îsal duri?ma çalakî û ?ahiyên NEWROZê mijara Kerkûkê be, Kerkûka dilê Kurdistanê.
Newroz, ji bo gelê Kurdistanê roja yekitiyê û azadiyê ye. Roja ku Kawayê hesinker gelê belengaz gihandiye hevdu, yekitiya wan pêk anîye û bi hêza yekitiya gel dijî zalim Dehaq serî hildane û gihane azadiyê. Yekîtî, hevxebat, pi?tevanî û azadî îro jî ji bo tevgera azadixwaza gelê Kurdistanê nî?anên Newrozê ne. Ev armancên pîroz û girîng ji bo tevgera welatparêz li bakurê welatê me divê cîbecîh bin. Bê yekitî û hevxebata hêzên welatparêz, rizgariya gel û welat ne mumkin e. Ev sal (2007) ji bo pê?eroja gel û welatê me girîng e. Li ba?ûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê û deverên din dê bi referandûmekî çarenusiya xwe diyar bikin, gelo dê bêhin ser Dewleta Federe ya Kurdistanê. Wekî Barzaniyê nemir gotiye, Kerkûk dilê Kurdistanê ye. La? bê dil nabe, Kurdistan jî bê Kerkûk. Çawa ku dijminên me tevlibûna Kerkûkê ser bi Dewleta Kurdistanê wek hêzeke aborî dinirxînin û vê gavê di pêvejoya dewletekî serbixwe de ji bo xwe tehlûkeyek dest nî?an dikin, netewa Kurd jî Kerkûkê ji bo çarenûsa xwe gavekî dîrokî dibîne. Pirsa Kerkûkê ne tenê ji bo ba?urê welatê me, ji bo seranserê Kurdistanê mijarekî biryardar e. Ji bo vê yekê PDK-Bakur ji destpêka amadekariyên çalakiyên Newrozê de li her derî pê?niyar kir ku duri?ma NEWROZa îsal KERKÛK be. Newroz bi hestayetî, pêgirêdayî û pi?tevaniya Kerkûkê ve bi hevra were pîroz kirin. Cihê keyfxwe?iyê ye ku ne tenê em, hemî hêzên Kurdistanî ?ahiyên Newroza îsal dikin cîh û warên doza Kerkûkê. Ev hesasiyet û çalakî hewce ye pi?tî Newrozê jî berdewam bibe, heta encamên referandûmê diyar bin û Kerkûk bi yasayî û fermî jî bibe parçeyek Dewleta Kurdistanê. PDK-Bakur NEWROZa gelê me pîroz dike û hêvîdar in cejna Newrozê bi hestên xu?k û birayane li hemî deverên Kurdistanê û derveyê welat mil bi mil bi co? derbas bibe. 19. adar 2007
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|