|
u an sitede, 20 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Enstit?ya Stratejiya Global:Kurdistan garantiya berjewendiyÍn EmerÓkayÍ ye
Tarih: 02.08.2007 Saat: 22:24 Gnderen: Editor
|
|
Iraq dabe? dibe. Senaryoyên li ser pirsê herku diçe ciddîtir dibin. Pirsa sêbe?kirina Iraqê, li Emerîkayê jî bi ?êweyekî ciddî tê niqa?kirin.
Ji bo ku nifûsa herêman li Iraqê homojentir bibe, rê ji bo koçkirinê tê vekirin. Tedbîrên Emerîka li hemberî bandora Îranê ya li ser ?îiyên ba?ûrê Iraqê ne diyar e....Stratejînas General Nejat Eslenî di Enstitûya Stratejiya Global ê de dixebite û analîza xwe ya nû li ser bingeha zaniyariyên îstîxbaratê, raporên dezgehên emerîkî û yên li Tirkiyê ava dike û li ser pirsê mirovî piralî ronî dike. Wisan berdewam dike General Eslen:Rapora pisporên navenda afirandina hizirkirinê ya Enstitûya Brookings ê Edward P. Joseph û Michael E. O`Hanlon di 12 hezîrana 2007 an de hatibû belavkirin. Rapora bi navê "The case for soft partition in Iraq" de li ser tekûzkirina istikrara li Iraqê tê rawestandin. Dîtina wan dikare wisan bê formulekirin: Pêwîst e federaliya Iraqê cihê xwe bi ?êweyekî nerm bide dabe?kirinê. Cudakirin, dê bi pi?tgiriya raya gi?tî ya navnetewî û iraqiyan ve were pêkanîn. Iraq dê bibe sê herêm: Herêma ?îî, Sûnî û ya Kurda. Pi?tî cudabûnê, herêm, dê mîna bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) bibin berpirsiyarê birêvebirin û ewlekariya cihên xwe. Li gorî raporê, dabe?kirinek e wisan dikare dijwarî û rîskên cewaz jî bi xwe re peyde bike. Lê rew?a niha û kirina wezîfeya polîsî di navbêra ?erê etnîkî-mezhebî de û ki?andina hêzên emerîkî ji wan deverên xeter û pa?ê bilindbûna ?erê navxweyî, rew?ê xiraptir dike. Dema mirov rew?a îro û alternatîva perçekirina Iraqê dide ber hevûdu dê bê dîtin ku "dabe?kirinek e nerm" rîska xwe kêmtir e û kirinek wisan, gavekî rast e. Di raporê de tê diyarkirin ku perçekirina Iraqê, li hemberî berzbûna ?erê navxweyî û belavbûna wê li herêmê, çareseriya herî ba? e. Stratejiya Emerîkayê ya îroLi gorî plana B yê ya raporê ku dabe?kirina Iraqê bi ?êweyekî nerm pê?niyar dike, ji Emerîka daxwaz dike ku stratejiya xwe ya îro rawestî ne. Di ?ûna wê de, hatina petrolê di nav herêmê de bê paykrin, rê ji koçkirinê re bê vekirin ku rûni?tvan li gorî mezheb û etnîka xwe li herêmên xwe bi cî bibin, li ser sînorên herêman ewlekarî bê xurtkirin û li gorî rengê Iraqê yê nû (debe?kirî) hêzên navnetewî bên bi rêk û pêk kirin (orgnanîzekirin). Stratejiya le?kerî ya Emerîka ew bû ku bi hêzekî nû (25-30 hezar) ewlekariyê li Baxdayê xurt bike. Lê encama xwe ya vê stratejiyê zêde ne serkevtî bû. Encamên wisan, fikrên "ji bilî perçekirina Iraqê pê ve tu çareyên din tune ye" li Emerîkayê bi hêztir dike. Ji bilî serneketina stratejiya kevin, çend ti?tên din jî hene ku tenê perçekirina Iraqê weke çareya herî dawî dibîne û pirsa dabe?kirinê tîne rojevê: Ji 2003 an û vir ve heman hêzên emerîka du-sê caran hatine Iraqê. Heza bejayî ya Emerîka têr nake ku ewlekariyê li tevayê Iraqê pêk bîne. Bilinbûna çûna aboriyê mezintir dibe. Le?kerên tên kû?tin dengên nerazîbûna navxweyî li Emerîkayê bi hêz dike. Mudaxeleya Emerîka li deverên din bi sînor dike...Di konaxa dabe?kirinê de, herêmên din dê li gorî nimuneya herêma kurda rengê xwe bistînin. Iraq ku ji gelek etnîk û mezheban pêk tê, li gorî etnîk û mezhebên xwe dê li herêmên xwe bi cî bibin. Pa?ê di navbêra herêmên wan de sînor dê bêne ki?andin û bi alîkariya hêzên navnetewî dê ewlekariya li ser sînoran bê xurtkirin. Di rew?ek wisan de nirxê statuya Baxdayê û Kerkûkê bilind dibe.Herêma ?îiyan ku li ba?ûrê Iraqê ye û di bin bandora Îranê de ye û ji awira neftê ve dewlemend e, dikare pi?tî dabe?bûnê ji Emerîkayê re bibe serê?. Emerîka, di rew?ek wisan de, ji bo ku berjewendiyên xwe biparêze, dikare li hemberî Îranê tedbîrên taybetî bîne rojevê. Tedbîr, li dijî berjewendî û planên ewlekariyê yê Îranê li herêmê û programa Îranê ya nukleerî ye. Mirov dikare bîne zimên ku, Emerîka, pi?tî dabe?kirina Iraqê, dikare berjewendiyên xwe tenê li bakurê Iraqê, anku li herêma kurda garantî bike. Emerîka, bi rêya avakirina cihên (navendên) le?kerî li herêmê dê rêyên enerjiyê li ser deryayê, ji rojhilata Derya Sipî hetanî Derya Re? û Kafkasyayê karîbe kontrol bike. Di demek wisan dîrokî de ku kurd dewleta xwe gav bi gav ava dikin, xwezayî ye ku Emerîka bi wan re hevkariyê bike. Avakirina dewletek kurdî dê bandoriyek erênî li berjewendiyên Israîlê li herêmê jî bike. Îsraîl, bi avakirina dewletek kurdî dê bêhtir nêzîkî hedefa xwe ya olî&jeostratejîk bibe. Rew?a TirkiyêTirkiyê polîtîka xwe li ser parastina yekîtiya xaka Iraqê ava kiribû. Hedefa xwe ew bû ku, bi bandora xwe ya aboriyê, bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) bi xwe ve girê bide û bi vê rêyê berjewendiyên xwe yê ewlekarî û aboriyê garantî bike. Lê ev polîtîka Tirkiyê bi tevayî ?a? bû. Ji ber ku yekîtiya Iraqê di dema Sadam de bi saya rejîma otorîter jiyana xwe didomand. Lê pi?tî ku hêzên emerîkî kete nava Iraqê, rêyek xwezayî ji bo dabe?bûna Iraqê pêk hat. Bi rêya ?îrketên Tirkiyê herêma kurda bi hêztir bû. Girêdana wan bi xeyala "Kurdistana mezin& gewre" xurtir bû. Pê?ketina li wir bandorek neyênî li sîstema Tirkiyê ya unîtêr dikir. Ev rastiyek li ber çavan bû û ji bo dîtina vê rastiyê pêwîstiya mirov bi vîzyonek mezin tune bû.Pêwîst e Tirkiyê pi?tî mudaxeleya le?kerî ya Emerîkayê û konaxa dabe?bûna Iraqê, li gorî ?ert û mercên herêmê û xwe, li ser berjewendiyên xwe li Iraqê û bakurê Iraqê hedefên xwe yên netewî ji nû ve binirxîne, stratejiyên ba?tir pê? bixîne û wan pêk bîne.Ji bo ku stratejiyên ba?tir bên e bikaranîn, pêwîst e Emerîka ji bo berjewendiyên xwe Tirkiyê bikarneyîne. Ji bo bidestxistina armancek wisan divê têkiliyên Emerîka û Tirkiyê bi ?êweyek rasyonel ji nû ve bê nirxandin, bi navkirin. Iraqê ji bo têkiliyên Emerîka û Tirkiyê bûye cihê ceribandinê. Buyerên nû nî?an da ku gelek caran berjewendî û vîzyona Tirkiyê ya li navçê û ya Emerîkayê ne mîna hevûdu ye û gelek caran li hemberî hevûdu ye, dijîtiya hev dike...Enstitûya Stratejiya GlobalNavenda xwe li Enqerê ye. Weqfa Hevkariya bi Turkmeneli pi?tgiriya xebatên wan ji aliyê aborî ve dike. Li ser pirsa Iraqê û Rojhilata Navîn kur dibe, li gorî berjewendiyên Tirkiyê û tirkê li herêmê panêlan organîze dike û di gel pisporên endam re, raporan amade dike. Hevkariyê bi dezgehên hemfikir re dike. Di naw wan de hejmarek pisporên ewlekariyê yên sivîl û le?kerî hene.Wergêr: Gabar Çiyan & Zarathustra NewsÇavkanî: PUK Media
|
lgili Konular
|
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|