|
u an sitede, 40 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
11 Adar 1970 Mistefa BarzanÓ ? KurdayetÓ
Tarih: 15.03.2007 Saat: 16:12 Gnderen: Editor
|
|
11 Adar 1970 de serokê tevgera rizgariya Kurdistan Mistefa Barzanî Otonumî bo Kurdistan bi dest xist. Ev rojekî dîrokiye, di diroka rizgariya Kurdistanêde. Dilê Kurdistan Kerkuk jî dinava vê peymanêde hatibû qebûlkirin. Hêjî Salek derbaz nebûyî rejîma Xwinrij bi rêya Melayên ji Bexda rêkirin nik Mistefa Barzanî û xwestin wî mirovê mezin û giranbiha terorbikin. Lê ev xewna dijminkarî serneket. Îrada Serokê Rizgariya Kurdistan barzanî ji ya terorkaran mezintirbu.
Bajarê Qeledizê bi Balefirên Rusya û Napalmên Rusya û her weha dihat gotinku pîlotên Rusya 1974 bimbebarandinê de be?darbun û bi sedan Kurdên sîfîl dinavde zarok û Jin hatin ?ehîdkirin û birîndarkirin. Ewebû Rêberê Rizgariya Kurdistan jibona xatirê Kerkûka Dilê Kurdistan qebûl nekir û agirê ?ore?ê dîsa ge?kir liser çiyayên Kurdistan dijê dijminê Kurd. Liser rêya Bexda xwestin Idrîs Barzanî terorbikin dîsa biserneketin. Disala çaremînde Rejîmê dest bi karên xweyên terorkarî zêdetir kirin dijê ?oresê. Liser mesela Kerkukê serokatiya ?ore?ê bi teybetî Nemir Barzanî: “Ez ditirsim ku Kurd bêne ser mezarê min bêjin te çima Kerkûk ji Dijminare hêle” Jiber vê çendê ne mumkûnbu Barzanî vê qebûlbike û Yan Kurdistan yanjî neman dîsa îna bîra xwe û doza serfirazî û azadiya Kurdistan wek hercaran kire ?îarê xweyê jiyanê. Nemir Barzanî. îro ref biref Pê?mergeyên te, civaka te û dîplomatên biyanî seredana te û Idrîsê herden sax dikin û wefadariya xwe ji wera didin diyarkirin û liser wê rêbaza Kurd û Kurdistanê soz û peymanên xwe nûdikin. Belê em jî dibêjin rêbaza te, manewiyeta te, zanabûn û ?arezahiya te rêya gelê Kurd û Kurdistan ruhnî deke.Duhîbû hindek kesan ne dixwestin navê te binin ziman, îro liser Gora te rondikan dibarînin. ********************************************************************* Serok Mesûd Barzanî Çi Got Gelo? Divê Tirkiye û Iran, hînê fikra mafê dewleteka Kurdistan bibin got. Ma jivê xwe?tir û maqultir heye. Jibona berjewendiya Gelê Kurd bo parastsina Kurdistan û avakirina Kurdistan ev pêwîste.Birengê xwezayî jî mafê gelê Kurd dewleta Kurdistan ya serbixwe ye. “Em bi qevdên gulan talankerên Tirk pê?wazî nakin” got. Gelo çima Mafê dewletbunê bo Tirk, Faris û Ereban me?rû buye, lê bo Gelê Kurd – Kurdistan ne me?rûbe? Kurdên Imralî ev bon 20 sal honê xizmeta dewletê i?kere dikin , bese vegerin ser eslên xwe! Dîrok hemîdema îmkanên zêrîn nade destên gelan û dewletbûnê. Xwe ji Imralîre nedin Ku?tin û sûtandin! Eger cangorî û fidakîreyekî hebe divê bo dewletbuna Kurdistan be. Rayedarên dewletê jiber ku fêrî medeniyetê nebuyîne, gotinên xwe dubarekirin. Çiye? Çenabe Serok Barzanî bêje Kerkuk Bajarê Kurdistane. Ba?e lê bajarê kêye? 1970ê jiberku Rejîma navendî bêbextî kirin liser Otononiyê ku Kerkûk dinav axa Kurdistande hatibû erêkirin, lê wan ev bi xiyaleke dinde xwestin bajon, wîdemî Rêberê ?ore?a serxwebûna Kurdistan Mistefa Barzanî jiber Kerkukê disa agirê têko?în û ?ore?a çekdarî despêkirîbû liser çiyayên Kurdistan. Kerkuk ne Iraqekî biçûke. Bi gorî dîrokê dema mirov feke, Kerkûk Bajarekî Kurdistan e. Barzanî jî serxwegirtiya xwe bi kartîne û erkên netewebuyina xwe bo doza Kerkûk berçavdikike. Xala 140 jî vê mesela bajarê Kurdistan Kerkûk dawiya vê Salê çareserdike. Pit-pita Rayedarên Tirk jî ji ehmeqi û ji nezanîna wan têt. Ma gelo ewder kolanek ji kolanên Enqereye ku hon hespên xwe liser bajon? Dê yalla! Ew dem zûde derbazbûye û em didemê teknulojiya pê?ketîde dijîn. Rêzanî weka Çeperên Cengêye? Di Rêzaniyê de zorcaran serketin û zorcaran jî binketin heye. Dema Mirov di çeperên cengêde,li himberê dijmin muhaqeq rexekî ?erî serdikevit. Rêzaniya îrojî weka yarîkirinêye, kî dê „bira“ kê bibe herdu rexjî amadekariyên xwe heta dawiyê dikin û liser masan yanjî di çeperên baskên cengêde hindî ji wan bêt xwe tê?înin. Weko honerê, kî ba?ir dikare wêneyan ba? bikê?e yanjî didema raêxistinêde, bê dadwerî, rexê bêmaf dibite xwidan maf! Serokê rizgariya Kurdistan hemîdema di ?erê çekdarîde, di baskên çeperên azadiyêde serketiye û çeperên giring bidest xistîye. Îro liser masên dan û standinê û di peywendiya navdewletîde jî ew serketinî heta bi radeyekê destxweve aniye. Partî, Komel, û rêxistinên Gelê Kurd divê di roja mede rêzaniyekî hevbe? û bi rêk û pêk bime?înin beramber dijberiya Dewleta talanker ya Tirk û di?minên Kurdistan. Hindek siyasetvanên Kurd dixwazin xwe û welêye jî, birêya Imralî vê doza rewa û bi rûmet berûvajî bidin diyarkirin bo girseya xwe. Ev siyasetekî çewte û serjî nakeve. Dîrok, dê vî demê dîrokî binivîse û cihetên xwe di bizava azadixwaziya Kurdistande dibînin erkên wan mezintirbuye û divê vî erkên xweyê dîrokî bi neteweperestî rojevê dagirin. Ev siyaseta bingehîya parastina Tirka jî dîrok dê bi rûre?î binivîse. Bigorî hindek „ nesiyasetmedarên Kurd“, Imralî û Kkk Kurdîniyê dikin! Dirastiyêde ev ?ebekeya dewletê ji Partiya MHP jî zêdetir astengan liber doza dewletbûna Kurdistan çêdikin. Ev asteng danîn ne bi rengên ve?artî, belku bi i?kere vê didin me?andin bi „destên mejî firo?an“. Aynî ev siyasetmedar bêçavin , yanjî bo kesperestî û berjewendiya Malbatî vêrêya xetimandî jixwere weko çareserî dibînin û bo kardikin! Çavên Kurdên Kurdistan û cîhanê liser rêzaniya Serok Mesûd Barzaniye. Ew her gaveka bavêje jibona wî û gelê Kurd hesabe û hûrlêfikirina zêde mezin jêre divêt. Ew dixwze gavên mezinjî bavêje. Lê astenga herî mezin û diyar-nediyar-Bakûrê Kurdistan û ?ebekeya dewletê kkk(pkk) ku (dilxwede binavê Kurdan derketîne,) mezintirîn parastina „siyaseta kemalist û dewleta Tirk bi destên „nezanên Kurd“ didin ajotin dijê Dewleta Kurdistan“. Giriftên dikevin dirêya wîde bi baweriya min Imralî û Kurdên Imralîne. Siyaseta Imralî siyasetekî kemalîste û di bingehê xwedejî dijê avakirina dewleta Kurdistane. Ev dijatiya dewleta Kurdistan bi i?kere her dema Avukatên wî diçin Imralî bi rêya Komîta wêderê vê mesajê didin û serên Kurdan jî pê girêdidin.Gelo Kurdên liduv wê siyasetê diçin kîdikare bêje ev parastin û viyanana Kurdistan dixwazin? Kkk(pkk) ji sala 19991/2 heta îro bi i?kere siyaseta xwe dijê dewleta Kurdistan îlankiriye. Vê têko?îna xwejî weko sozdarên dewleta Türk dizanin û dibêjin jî. Ba?e madem ev hinde diyar û i?kereye , gelo dîrok dê çawa vê rew?ê binivîse? Gelo di cîhanê de ?ebekeyekî weka vê derketiye evçende dijê gelê xwe, bi dijminre karkiye/dikit?. Yanjî binavê gelê ku ew xwe welê dizanin, parastina dewleta talankar û dagirker û zûlumkar kiriye û sod daye wê dewletê? Min ne xwendiye û nejî bihîstîye. Lê karên vê kkk´ê resmen dijmintiya Kurd û Kurdistane û incex dewletên dijminên Kurdistan bikarin vê dijê gelê Kurd bikin. Îsmaîl Girikî11.3.2007
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|