|
u an sitede, 25 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
FKKS: ”Pi?tgiriya zimanÍ kurdÓ bike!”
Tarih: 22.06.2007 Saat: 15:56 Gnderen: Editor
|
|
Serokê Belediya Diyarbekirê yê Sûrê ji bona ku di kar û barê xwe de kurdî bi kar anî, ji karê xwe hat dûrxistin.
Dewleta Tirk li hember zimanê kurdî erî?ên xwe didomîne. Di van mehên dawiyê de hinek siyasetmedarên kurd ji bona ku zimanê kurdî bi kar anîn hatin cezakirin. Kitêbên kurdî yên ji bo zarokan ji Swêdê hatin ?andin ji sînorê Tirkiyeyê hatin sekinandin û dest danîn ser. Nuha ji Serokê Belediyeya Diyarbekirê yê Sûrê Abdullah Demirbas ji ber ku di kar û barê xwe de kurdî bi kar anî ji aliyê Mahkemeya Bilind ve ew û Meclîsa Belediyê ji kar hatin dûr xistin. Ev buyereka gelek xemgîn û yekta ye ku li dinyayê welatek heye miletê wî ji bona bi karanîna zimanê xwe tê cezakirin û serokê belediyeyeka wî tevî meclîsa belediyeyê ji kar tê bidûrxistin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) vê kiryarê wek kiryareka terorîst ya dewleta Tirk li hember miletê kurd û zimanê kurdî dinirxîne daxwaz dike ku ev biryar di tavilê de bête betalkirin. Em li bendê ne ku hikumeta Swêdê, hemû partiyên Swêdê, parlamenterên Swêdê, rêxistin û ?exsiyetên ku mafê mirovî diparêzin pi?tgiriya xwe ji zimanê kurdî re nî?an bidin û li hember biryarên mehkemê û qedexeyên li hember zimanê kurdî rawestin. Her weha em li bendê ne ku demokratên Tirk jî li dijî vê biryara Mahkemeyê derkevin û curmê ku li hember zimanê kurdî hatiye kirin protesto bikin. Û îro li Tirkiyeyê pîvana demokratbûnê ew e ku divê meriv li hember neheqiya ku li gelê kurd dibe derkeve û mafê mirovî yê gelê kurd biparêze. 17.06.2007
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|