|
u an sitede, 18 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
DAXUYANŒ
Tarih: 14.06.2007 Saat: 10:06 Gnderen: Editor
|
|
Gelî welatparêz, siyasetmedar û ronakbîrên kurd û Kurdistanê Dewletên dagirker ji destpêka desthilata kurdan ya li parçeyê me yê azad û heta niha, hertim lê digerin bê ew ê bi çi awayî vê pêvajoya qederguhêr têk bibin. Lê ev di van demên dawîyê de, çavsorîya wan bêtir bûye û hewildanên wan ên ji bo nehêlana destkeftîyên ba?urê Kurdistanê û herweha dagirkirina wê pirhêltir bûne û êrî?ên wan xurttir bûne.
Loma bi dehhezaran le?keran û çekên xwe yên giran xwe li sînorên Ba?ûrê welatê me radiki?îne û deverên ser sînorî didin ber topan. Hin deverên Kurdistanê kirine herêmên awarte û çûn û hatin û herweha firîna balafiran li ser sînorên ba?ûr û bakurê welatê me bo hemû hatûçoyan qedexe û gundên kurdan tên valakirin. Dewletên dagirker wek hertim vê care jî guh nadin tu peymanên navneteweyî û armanca wan bi tenê ew e ku ba?ûrê welatê me, vî parçeyê me yê ku wek kelema di çavên wan de ye, têk bibin. Îroj ya ku diranên xwe pir diqiriçîne û dixwaze pê?evanîya dewletên dijminên kurdan bike, Tirkîye ye. Loma jî jib o operasyonekê xwe radiki?îne û ji bo vê yekê le?kerekî giran li ser sînorî bi cî kiriye û gefan li dewleta kurdan û desthilata wan dixwe. Helbet ew ji bo operasyoneke berfireh, bi gotineke din, jib o dagirkirina ba?ûrê welatê me, hewil dide ku navendên cîhanê yên xwedîhêz û qudret jî îqna bike. Lê hem hêzên ku giranîya wan a mezin li ser siyaseta cîhanê heye û hem jî gelê me ba? dizane ku armanca Tirkîyeyê ne qedandina PKKyê ye, lê nehêlana destkeftîyên gelên Kurdistanê ye û têkbirina hêvîyên kurdan û yên wan mînorîteyan e ku qedera wan bi ya kurdan ve hatiye girêdan. Êdî serokerkanîya Komara Tirkîyeyê bi awayekî pir e?kere bangî tirkên nîjadperest dike, da li dijî kurdan çalakîyan li dar bixin û li bajarên Tirkîyeyê dest bi lînckirina kurdan bikin. Dewleta dagirker ji bo pêkanîna armanca xwe, bi çapemenîya tirk ya kincsîvîl lê mejile?ker, li dijî gelê kurd propagandeyeke bêsînor bi rê ve dibe. Hemû organîzasyonên nîjadperest seferber bûne û niha jî dest pê kiriye ku çalakîyên xwqe yên dijminane li bajarên Kurdistanê jî bikin. Divê gelê me li hember van êri? û provakasyonan hi?yar be û ji bo pê?îlêgirtinê li ser peydakirina konsepteke neteweyî bi bawerî û bi awayekî xurttir konsantre bibe. Heger em dixwazin planên dagirkeran pûç bikin, divê li bakurê welatê me, em berî herti?tî xwedîyên vê konseptê bin. Em wek PKE, Platforma Kurd li Ewropayê, bangî hemû sazî, rew?enbîr, s?yasetmedar û ronakbîrên Kurdistanê dikin ku bên ba hev û li dijî dewletên dagirker, li dijî êri?ên wan, helwesta xwe dîyar bikin û li her deverên cîhanê li dijî van êri?ên hovane çalakîyan saz bikin. Em van êri?ên hovane yên li dijî neteweyê kurd bi tûndî ?ermezar dikin!Bila dijmin bizanibe ku em ê li hember vî ?erî bê deng nemînin! Bijî yekîtîya gelê kurd !Bijî Kurdistan! PKEPlatforma Kurd li Ewropayê
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|