|
u an sitede, 40 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Di bÓreweriya kurdewar de ?Ón ? ?ahiyÍn meha adarÍ
Tarih: 14.03.2007 Saat: 22:36 Gnderen: Editor
|
|
Bayram Ayaz; 14.03.2007 Di dîroka gelan de hin bûyer hene ku civak bi tevayî li gor cureyê wê bi wan bûyeran an ?a dibe, an jî diê?e. Ev bûyer wek ?în û ?ahiyên netewî tên binavkirin. Rojên ku ev bûyer lê qewimîne di bîreweriya gelan de cîh digrin û her sal tên bi bîranîn. Karaktera van rojan ya herî girîng ew e ku di nav xelkê de bi berferehî hestekî hevbe? rûdide. Ev roj bi derçûna yasayan an bi emir û fermanan pêk nayên. Hewce ye ew bûyer di rih û hestên kesan û civakê de tesîrek wisa hê?tibe ku insan van bûyeran ji bîr nekin û cîlê nû, zarokên xwe jî hînê vê hestê netewî bikin.
?în û ?ahiyên netewî, xerc û çimentoya prosesa netewetiyê ye, civakê bi hevdu ve dizeliqîne, hest û zanîna tabihbûnê (aîdiyetê- belonging) diafirîne. ?ertekê prosesa netewebûnê ya girîng, di nav civakê de peydabûna rih û hestê hevbe? e. Di vê prosesê de ?în û ?ahiyên hevbe? û sembolên netewî rola sereke dihênin cîh. Dema civakekî li gel qewimandinekî bi hevre girî an kenî; û ku mirov bikare bi vê ken û girîya hevpi?k û sembolên van bûyeran xelkê li dora doz û daxwazên civakî, çandî û siyasî li hevdu bicivîne, tevgerek gelî rêbixe, wê demê mirov dikare ji kamilbûna prosesa netewî qise bike.Eger em qenc bala xwe bidinê, îro gelê Kurd di kelekela prosesekî wisa de derbas dibe. Helepçe bûye xencerek ji dilê her Kurdek bi xîret xwîn diherikîne. Enfal bûye ê?eka Kurdan, em di xewnên xwe de li çolistanên Erebistanê di gorên komkujî de li hestî, ?al û ?apik û dersûkên birayên xwe digerin. He?t hezar zilamên Barzanîyan ji me re bûne sembûl. Jinên rê?girêdayî yên enfalkiriyan wêneyek zindî ye li pê? çavên me ne. Wêneya Qadî Mehemed ya li sêdarê hertim zindî ye. Û wêneya sembûlî ya Leyla Qasima qehreman... Û wêneya gerîlayên ku ?ehîd ketine û le?kerên Tirka yên bê sinc potînên xwe dane ser serê wan û bi devken in... Û wêneya qehremanê me yê nîvdînik ji Cizîra Botan ku cinazê wî bi têlek bi panzera Tirkan ve girêdayî bi erdê re dihat ki?andin... Wêneyên Licê, Geverê, ?ernexê û çar hezar gund û mezrayên me yên wêrankirî... Wêneya xortê Kurdistana rojhilat ku di dewsa sêdarê de bi vînçekî ve hatibû daliqandin... Wêneyê ?ehîdên serhildana rojava ji Qami?lo heta bi Efrînê... De binêrin wêneyên me çiqasî zêde ne. Tew me hê dest bi wêneya ?êx Seîdê nemir, wêneya Seyid Rizoyê he?tê salî û kurê wî yê nugihayî nekiriye. Me hê bahsa çemê Munzurê ku xwîn diherikî nekiriye. Me deftera gilî û gotinên qetlîama Zîlanê jî qet hê venekiriye. Belê em dikarin ?înên xwe, rojên xwe diltezîn hê bi dû hev rêz bikin. Lê ev çend rêz bi tena xwe jî têrê dike, bê dîroka me bi çiqasî xwînî ye. Lê ?ikir miletê me ser piya ye. Bi saya xwîna van ?ehîdan û bi saya evqasî ê? û azarî em gîhan qirna bîst û yekan. Nûha deriyê xêrê li ber miletê me jî vebûye, pê?iya miletê me û welatê me ronî ye.Bi vê gotinê, bi gotina ronahiyê em derbasê ?ahiyên xwe bin. Berî hemî ?ahiyan bêguman nî?ana azadiyê cejna me ya netewî NEWROZ tê. NEWROZ berxwedan e, me?a ber bi azadiyê û serxwebûnê ye. Bi rastî jî xelkê Kurd û Kurdistan êdî bi vê hêviyê NEWROZê hembêz dike û bi co?ek mezin pîroz dike. Bi van hesta NEWROZ li her kesî pîroz be.Du cejnên me din jî gelek manîdar tên pîroz kirin. Roja 14ê adarê, roja ji dayikbûna Barzaniyê nemir û rojên adarê yên raperînê li ba?urê welatê me ku îro gihaye pêvejoya dewleteke netewî. Ev herdu cejnên me jî li gelê me pîroz be.Pîrozkirina ?ahiyên netewî û bi bîranîna rojên dilê? yên netewî mijarek gelek girîng e. Ev çalakî ne tenê stranbêjî û govend girtin e, an bîranîna xwînrêjiya dijminan e. Çalakiyên ?în û ?ahiyên netewî pê?xistina prosesa netewî ye, xurtkirina zanîn û têgihî?tina bîr û hestên hevbe? neteweperwer e. Em di demeke wisa de derbas dibin. Hebûna dewletekî li ba?urê welatê me vê prosesê ge?tir dike. Ji ber ku dewleta netewî demokrat dezgeha herî bi hêz ya prosesa netewetiyê ye. Em bi vê yekê dihesin, dibînin ku hebûna dewletek ji bo moralê gel bi çiqasî girîng e. Dijminên gelê Kurd û Kurdistanê jî vê yekê ditirsin. Ji bo wan jî hedefa yekemîn xerakirina vê dewletê û têkdana destkevtiyên li ba?urê welatê me ye.Bi minesebeta vê mijarê û vê nivîsê, careka din hemî bûyerên adarê bi bîr tînim û serokê netewî Barzaniyê nemir, ?ehîdê 31ê adarê pê?ewa Qadî Mehemed, ?ehîda 13ê adarê Leyla Qasim, ?ehîdên Halepçê, ?ehîdên serhildana 12 adarê ya binxetê, pilingên serhildana Koçgiriyê (destpêk 6ê adarê 1921), ?ehîdên meha adarê yê berxwedana çekdarî ya bakurê welatê me û yên rojhilat, bîrewerê Kurd Bedî-u zeman Seîdê Kurdî (wefat 23ê adarê), serokê serhildana Agiriyê Ihsan Nurî Pa?a (wefat 25ê adarê) bi rêzdarî bi bîrtînim û li pê? rihê wanê pak û rewan bejna xwe ditewînim. Hûn serbilindiya dîroka gelê Kurd in.Û li dawî dibêjim raperîn li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz be!Newroza we pîroz be!Dewleta me her hebe û serokatiya me ya stratejîk ya Kurdewar jî tim û tim misoger be!Bijî miletê Kurd û welatê me yî ?îrîn Kurdistan, cîh û warê mirovayetiyê û medeniyetê! (Pê?kê?î û nivîsa meha adarê.)
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|