|
u an sitede, 22 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
HILBIJARTINA GI?TŒ € REW?A H Z N KURDISTANŒ
Tarih: 01.06.2007 Saat: 15:17 Gnderen: Editor
|
|
Baran Hemze Mijara hilbijartinê li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi guhartinên balke? bi berdewamî tê muneqe?ekirin. Çend roj berê nivîseka hevseroka DTP di rojnama hurriyettê de derket û bala hemî Kurdên welatparêz ki?and. Aysel Tugluk xanim nerînên devleta Tirkiyê gelek vekiri ji raya gi?tî re e?kere kir.Çi bû ew nerînên balkê?? Xanim Tugluk wîsa dibêje: 'Divê Kurd devleta Tirk wek dagirker binav nekin û devleta Tirk jî divê Kurdan wek dijminên xwe nebîne'! Aysel xanim netewa Kurd wek mîya hisab dike, xwe u aqilmendê xwe jî gelek bi aqil û zîrek hisab dike.
Hevserokê dtp Aysel Tugluk xwe berdide, dinivîse: 'Mistefe Kemal bê mirin e û ew ?ewqa me ye jî'! Belê. daxwazê devleta Tirk hêdi hêdî bi e?kere ji alîyê hevseroka dtp-ê tê ziman û digîje raya gi?tî. Ez dibêm belkî kemalistên tirk jî ?a? û metal dimînin û dibêj?n: Gelo van kemalistên nû ji ku derê derketin? Kî dibêje 'Kurd tehlûke ne, ka tema?e bikin ji me zêdetir Tirk in' ev jî têr nake Aysel xanim berdewam dike dibêje: 'Em misaki millîya devletê diparêzin, heger hûn heqîqetê bipirsin misaki milli heya ba?urê Kurdistanê ye'. Niha Kurdê bi namus û xîret divê carek din kumê xwe bidin pê?îya xwe û biryara xwe bidin. Gelo mîrov dikare îrada xwe teslîmê kemalîstan bike? Ew kemalizma ku hebûna xwe li ser qîrkirin û tunekirina xelkên din tesîs kiriye. Welatperwer divê biryara xwe bidin, an dê di xizmeta kemalistan bikin, an jî li eslê xwe vegerin û xwedî li xireta xwe û li netawa xwe derbikevin. Ba? e di vê mijarê de rew?a hêzên Kurdistanî çi ye? Dil dixwest ku mîrov bikariya bêje bi organîze ne û xwedî helvestek zelal û pê?hazirîyek ba? in! Mixabin hê jî bê teqet in, kêm organîze ne, ne xwedî bernameyek zelal in; bi kêmasî bernameyek hevbe? tune. Em dikarin bêjin d? warê siyasî de, -li benda rehma Xwedê ne-. Birîna herî kûr ya tevgera bakur ev e. Tame?e bikin, ji xeynê DTPê ku îro li wê derê jî zêdetir dengê hevkarên kemalistan derdikeve, hêzên din yên yasayî li piyasa siyasetê dengê wan nayê bihîstin! Tu hêvîya wan jî tuneye. Partî û rêxistinên Kurdistanê ku ne yasayî ne, lê hêza xwe ji me?ruiyeta gel digrin, mixabin rew?a wan jî ne ba? e! Ew jî mîna partiyên yasayî bê deng in, ti hewldanek berçav tuneye! Ne ?êwra xwe ligel hev dikin, ne namzetek wan heye, ne jî helwestên wan derbarê hilbijartinê de dîyar e. Bawer dikim di dilê hin rêxistinên Kurdistanê de nerînek wîsa heye ku difikirin paytextê dagirkera ji me ra nabe! Divê em berê xwe bidine welatê xwe û hewl bidin li ser axa xwe bibin desthilatdar. Bi wan nerînên xwe dem dem derdikevin platforma an genge?îyê. Lê di warê praktîkê de tucar bi helvestek e?kere û radîkal derneketin hemberê raya gi?tî. Ev ti?t çawa dikare bibe bingehê xebata hevbe? li Kurdistanê, bi raya min kengî rêxistinên Kurdistanî dev ji peytextê dagirkera berda, hêvî u ramanê xwe ji wan qutkirin, wê demê pêngavek gelek xurt û anagorê berjewendîyê netawa Kurdistanê dê bê awêtin. Heqê tu rêxistin û sazîyek tuneye xelkê Kurdistanê bi ?irîkatiya sistema parlementerîya tirkan bixapîne! Gelê Kurd li ser axa xwe nebe hêz, parlementa Tirk hebûna Kurdan jî nayê bîra wan. Parlemena tirka liser tunebuna netewa Kurdistan hatîye avakirin, bi kîjan sondê hunê netewa xwe li parlemana ?owenîst dagirker de temsîl bikin? Eger em insanên xwe rêk?n parlementa Anqerê jî divê j? wî re jî qeyd û bend hebe. Ne ku evên herin Anqerê doza Amedê û birayetiya Kerkûk û Amedê ji bîr bikin!Gelo li gundekî Kurdistanê desthilatdar buyîn ji parlemena dagirkera ne bi rumettir e? Belê, divê em wek kes wek rêxistin û wek sazîyên Kurdistanê berê xwe bidine axa xwe, bidin paytaxtê Kurdstanê berê xwe bidine Ameda ?êrîn, heta gundekî herî biçuk wek Dêrkama bi dîroka tal û tir?.
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|