BIBŒRANŒNA 104 SALŒYA JIDAYŒKB€NA BARZANIY NEMIR
Tarih: 11.03.2007 Saat: 15:59 Gnderen: Editor
|
|
Marûf Yilmaz/BARZANÎ zanîna neteweyî û avakarê tevgêra Kurd û Kurdistanê bi xwe ye, ew mêrê mêrxas e. Ew sembolê Kurdistanê, ew qehremanê dîroka teko?îna serxwebûna neteweyê Kurd û zanîna wî ye. Sembolê dîroka me, GENERAL BARZANÎ di sala 1903an ji dayîka xwe bûye û di sala 1979ê de çû ser dilovaniya xwe, ber bi gulistanê ve, di dilê wî de kombûna neteweyê Kurd û hêviyên salan, di pa?îlên wî de tecrûbeyên salan, di destên wî de gul û sosinên rengîn digel hêviyên mirovane û jiyaneka têr û tijî, ew jiyana wî; Kurdistan bi xwe ye.
Pi?tî mirina BARZANÎ êdî wêne, peyv, huner û tabloyên dîrokî dipeyvin. Wêneyên wî, tablo û fotografên dîrokî, bi xwe vejandina miriyan e, yanê vegera miriyan; nemiriya Kurd û Kurdistanê û mirovahiyê ye. BARZANÎ nemirina Kurdistanê û dengê wê demê û dema niha ye. Ewî tovên azadkirina Kurd û Kurdistanê re?andiye, her sal li dûv hev, ew tov (toxim) di nav mêrg, newal, de?t û bestên Kurdistanê de hê?în dibin, gul û kulîlk vedibin, dibi?kifin û dilên keç û xortên Kurd ?a dikin.
Di jiyana BARZANÎ de gelek caran rojên giran qewimîne, gelek caran bûye re?ebayî, bobelîsk, tofan û baran. Di rojên giran de BARZANÎ, ji bo rojên oxirmê giran, ji bo xîret û namûsê, axa Kurdistanê paraste û ew bû efsane.
Gelek caran dijminan li ser Kurdistanê ve girtine, gelek caran mêrkuj û xwînrêjên mîna Saddam Huseyn, berê jî mîna Cingisxan, Ayatola û Mayatola Kurd û Kurdistan kirine nav agir û alavan, talan û tajan kirine, Kurd ku?tin, lê welatê Kurdan ji wan re ne bû welat. BARZANÎ Kurdistan parast û ji bo azadî û rizgariya wê, di kolanên re? û tarî re, di rew?ên zor û dijwar re bê tirs derbas bû.
Hin lehengên mezin hene, ne ku tune ne: Qazî Mihamed, ?êx Seîdê Pîranê, Seyîd Riza, Elî?êr, Însan Nurî, Nurî Dêrsimî...Ji bilî van lehengan jî, bi hezaran lehengên din hene. Lê BARZANÎ xwediyê taybetmendiyên bi serê xwe ye. Felsefeyek û meyleka Wî heye, ku wî daniye. Xwedîderketina li rêbaza (rêça) û BARZANÎ Barzanîperestî (kultledare) du peyvên cuda ne.
Di civînekê de gotina BARZANÎZM hat munaqe?ekirin. Ji aliyê zaniyariyê ve BARZANÎZM rast e. Çimkî em dibêjin rêça BARZANÎ. EM dê rêça BARZANÎ bi çi bi nav bikin?
Çend merheleyên girîng di jiyana Barzanî de hene, ew jî ev in:
Beriya sala 1940î û ta sala 1940î. Salên Komara Mihabadê, 1946. Çûna BARZANÎ ya Yekitiya Sovyetê digel pê?mergeyan, Me?a Mezin, 1947. Vegera BARZANÎ ji Sovyetê û lidarxistina ?ore?ê, 11 Elûna 1961ê. Salên 1970î -1975ê salên girîng in. (Reyalîzm di jiyana BARZANÎ de bilind dibe). Peymana Cezayîrê, 1975ê. Sala1979ê 1 Adarê çû ser dilovaniya xwe, çû rehmeta Xwedê. Di vê qonaxê de bayekî germ yê sosyalîzmê ser siyasetmendarên Kurdên Bakur ve hat. Lê mixabin ev ba ji aliyê çepên serdest ve xwe dirêjê siyasetmendarên Kurd dikirin, bayekî biyanî bû. Xwediyên wî bayî bi bîr û baweriyên pûç û vala ve serê xortan tijî dikirin, çavên wan digirtin, berê wan dide dijî BARZANIyê nemir. Siyaseta BARZANÎ di derûberê Yekitiya Neteweyan(FN), Yekitiya Ewropayî û Amerîkaya Yekbûyî de jî hevdem û nûjen bû û ji dewletên mezin jî ne kêmtir bû. Bi taybetî rola Barzaniyê nemir ji bo damezrandina Komara Mihabadê û pêywendiyên herdu nemiran BARZANÎ û QAZÎ MIHEMED divê bibe misalekê ji bo hevgirtî û pi?tgiriya tevgêra Kurd li hemû be?ên cuda yên Kurdistanê.
Em, sedsaliya jidayîkbûna BARZANÎ û herwisan jî, damezrandina Komara Mehabadê, Dewleta Federal a Kurdistanê pîroz dikin û bi vê minesebeta hêja silavên xwe yên biratiyên pê?kê?î malbata BARZANÎ û serokatiya Partiya we-PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTAN-IRAQê dikin. Damezrandina Komara Mihabadê, di pê?kê?iya PDK´ê û pê?ewaziya Qazî Mihamedî de destketineka dîrokî bû ji bo tevgêra rizgarîxwaziya gelê Kurd. Herwisan Komara Mihabadê sembolekê ya hevgirtî û yekitiya neteweyê Kurd bû.
Em careka din bi minesebeta vê tevgêra dîrokî ya mezin silav û pi?tgiriya xwe di kar û xebata partiya we de diyar dikin û herweha serketina we dixwazin.
Silav ji bo hemû endam û hevalbendên partî û silav ji bo gelê Kurd yên Ba?ur, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê re.
Rojên serkeftina neteweyê Kurd nêzik in. Ew dê welatê xwe rizgar bike, bigihîje azadî û yekitiya neteweyî û civateka pirdengînî (pluralîst) saz bike.
Em ji dil û can, sedsaliya GENERAL BARZANÎ pîroz dikin. Bila sedsaliya wî li gelê Kurd piroz be! KRONOLOJÎYA MELE MUSTAFA BARZANÎ 1- Tesîra xebata BARZANÎ: dîplomasî, be?darîya hemû çîn û kategorîyên civata kurd, di ?ore?a BARZANÎ de kom bûne. 2. Kurd û Kurdistanbûna BARZANÎ: neteweyetî ji BARZANÎ re tevayîya Kurdistanê ye. 1903-1904: Ji dayîka xwe dibe.1905: Ligel dayîka xwe li zîndana Diyarbekirê / li Amedê tê girtin.1906: Ji Suleymanîyê tê sûrgunkirin.1907: Raperîna ?eyh Abdulselam û Barzanî digel dayîka xwe li Musulê tê girtin û dikeve zîndanê.1909: Barzanî ji zîndana Musilê azad dibe.1914: ?eyh Abdulselam tê bidarvekirin û Barzanî bi çavên serê xwe dibîne.1932: Barzanî derbasî Diyarbekirê dibe û li wir tê girtin. Dewleta Tirk çavdêrîya wî dibe.1934: Ji zîndana/î Tirkiyê tê berdanê.1935: Ligel Xalît Xo?evî dest bi serhildanê dike.1945-1946 Komara Mihabadê/komara Kurdistanê, dibe General Barzanî.1961: Serhildana 11ê Eylûnê û rola Barzanî ji bo tevayîya Kurdistanê.1964: Problemên navxweyî, dubendî, ?erê navxweyî dest pê dike.1970: 11ê adarê, serhildan1974: A?itî û li dijî vê a?itîyê plana Îranê.1975: Peymana/î Cezayîrê, peymana re? ya tunekirina Kurd û Kurdistanê.1979: BARZANÎ li Amerîkayê diçe ser dilovanîya xwe.1992: Dewleta federal a Kurdistanê... Ev nivîs berê di kovara rizgarî de hatibû we?andin. 08-03-07Maruf Yilmaz
|