Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 29 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Cejna  zÓ pÓroz be
Tarih: 15.12.2007 Saat: 14:14 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Gabar ÇiyanMisilmantiya dayika min bi kurdî ye. Niyeta rojî û nimêjê, dema duayan ku destê xwe ber bi ezmên vedike û berjorî Xweda dibe, bi tevayî, bêhna ziman û adetên kurdî jê difure. Kurdî, dema ragihandinê, hevdufêmkirinê û rolîstina pira evînê a di navbêra wê û Xweda de, rolek e mezin dilîze.

Di rehetiya ruhî a serûçavê wê diyar dibe ku, dayikan min bersivên xwe bi kurdî werdigire. Xweda jî bi kurdî xwe dighêjîne wê. Ev eksiya wê ji bo kurdî û dijîtiya wê li hemberî tirkî, min nêzî misilmantiya wê dike. Lewma, di dema rojiyê de, ez jî mîna wê rojî digirim. Ne ji bo buhi?ta Xweda. Bêhtir ji bo nêzîkbûna li wê, wergirtina duayên wê û fêmkirina zikê birçî yên li cîhanê. Û ji hemuyan giringtir, roja cejnên olî dibe munasebetek ku gelên cînar û olên cewaz nêzî hev bibin, germahî û biratiya di naw wan de xurt bibe.     Min cara pê?î, sûryaniyên asurî li Gundik?ikro, li Meryaqûba nava Nisêbînê nas kir. Min li dêra gund, li ke?eyê rûhanî guhdarî kir. Min Încîla pîroz dît, bi rêz û hurmet maç kir. Pa?ê ez, li Ewropayê be?darî civînên wan bûm. Bi wan re, di avakirina hinek dezgehên mîna "Enstîtuya Mezopotamyayê" de rola min çêbû. Min hejmarek pirtûk li ser wan nivîsî. Meha rojiyê a sûryaniyan jî herdem bala min ki?andiye. Di dema rojiyê de, produktên heywanî, weke rûn ûhwd nayê xwarin. Divê ev aliyê mirovan yê însanî li hemberî heywanan zêdetir bibe. Di mehên wisa de heywan hilmekî werdigrin, zêde dibin, girstir dibin. Pi?tî rojiyê, cejna wan tê. "Roja çêbûnê" jê re dibêjin. Em li malê, wê cejnê jî pîroz dikin. Ew tên cem me û em diçin cem wan... ?îret û peyvên Mesîhê Meyremayê ku ke?e ji Încîlê nekil kiribû, qet jibîra min naçe. Peyvên Mesîh, bi sebir, hezkirin, fedekarî û tecrubeyan barkirî ne. Ji ?agirtên xwe re wisa gotibû birêz Îsa:"Heft xwezî bi dilê wan, ku di dilê xwe de hejar in!Serweriya ezmanî a wan e.Heft xwezî bi dilê wan, ku re?ê/?înê girêdidin!Ew dê bêne dilxwe?kirin.Heft xwezî bi dilê wan, ku exlaqê xwe xwe? û nerm in!Ew dê bibin mîrasxwerê ser rûwê erdê.Heft xwezî bi dilê wan, ku tî û birçiyê rastiyê ne!Ew dê bêne têrkirin.Heft xwezî bi dilê wan, ku dil bi rehm in!Ew dê rehmê bibînin.Heft xwezî bi dilê wan, ku xwediyê dilê pak in!Ew dê Xweda bibînin.Heft xwezî bi dilê  wa, ku a?îtiyê pêk bînin!Ew dê mîna zarokên Xweda bêne rêzgirtin.Heft xwezî bi dilê wan, ku di rêya rastiyê de zilm û zordarî li wan tê kirin!Serweriya ezmanî a wan e..." Mesîh, ne tenê pêxember bû, lê wî canê xwe ji bo hizirkirina xwe feda kir. Ji bo nêzîkbûna bi evîndarî û hezkirinê, bû nimûneyekî erênî.... ¤¤¤Êzdî, koka me ne. Nî?an û ispata hebûna me,  parêzgerên ol û toreyên me ne. Di adet û toreyên wan de ?opa pîrê me Zerde?t, rabûn, rûni?tin, evîndarî û hezkirina me a kevnare heye. Ew in sembola berxwedana me. Li hemberî zilma ?ûr û mertalan, serî dan, lê wan çi cara serî netewand. Ne tenê ola me, lê cihên herî pîroz parastin, buhi?tek zindî anku Lalê?a Pîroz ji neslên nû re hi?tin... Dema ez duayên Êzdiya dixwînim, li stiranên wan guhdarî dikim, hîsek guhertî li cem min pêk tê. Ew, bi kurdiya xwe a paqij, kur û bi wate mirov bi xwe re dibin nav çiya û zozanên Kurdistanê. Girêdana min bi îslamiyetê, ji hezkirinê tê, hezkirina dê. Evîndariya min ji bo ola Mesîh, ji aliyê wî yê mirovahî tê. Lê Êzdîtî û e?qa li hemberî ol û toreya kevnare, ji girêdanek e dîrokî tê. Ji mêjî, dil û rûhê mirovî tê...Ez hez hersiyan, îslamiyeta bi kurdî, Mesîhbûna welatî û Êzditiyê dikim. Ez gelek ti?tên ba? ji wan fêr bûm/ dibim. Ez dê gelek carên din ji kaniya wan avê vexwim...Êzdî pi?tî ku Sê?em, Çar?em û Pên?emê rojî girtin, wê îro, anku Înê  dê "Cejna Êzî" pîroz bikin. Cejna Ezî li me tevan pîroz be.     Hûn rengê Kurdistanê ne. Gul û çîçekên rengîn in. Jiyana bi we re pir bi wate ye, xwe? e. Em, bi hebûna we serbilind in...Di tevayê cejnên olî de, ez vê dua Êzdiyan dixwînim. Ez dixwazim di roja cejna Êzî de, vê duayê -ku ez bawer im ji aliyê Mîr Celadet ve hatibû parastin, bi we re pay bikim:  Dua Rojhilatê Bi navê Yezdanê dilovan u mihreban...Ya Rebî! Tu heyî , ez nînim, Tu rehmî, ez gunehim, Tu xudan heqî, ez bendim,Te ne çone, tuyî çendî, te ne bejne, Tu yî bilindî, te ne awaze, Tu yî bi dengî,Cihê te hemî erde, Tu xaliqê cimletî alem te daye hezretî Adem te kir dema me, ev dem,Ya rebî! Tu welîyê ferza nimêjî, Tu ruhan ji ruha dibirêjî, Tu ji seran, ruhan davêjî,Tu ne mîna me kêm dibînî, Tu li seran ruhan digehînî.      Ya Rebî! Tu Xudayî, Tu ped?ayî, Tu elîmê elmayî, Tu Xundkarê ser çend ped?ayî,Te ne xafe, te ne xurde, te ne awaze, te ne denge, xudan malî , xudan perdecihê te hemî erde,Tu Xudayî! derdemendim, bex?endeyî, bê gunahî, layiqî medh û ?enayîkes nizane Tu çawanî,Tu hem derdî, hem dermanî, hekîmê ?ah û gedayî,Ya Rebî! Tu ped?ayê er? û kursî, xaliqê ga û masî,Ya Rebî! bi xatirê navê xwe ke, halê Kurdistanê û Êzidîyên rojhilat ûrojavayê bipirse !....Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur