Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 20 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Ji binemala MÓr Bedirxan, Kamil M??tak Ji JÓyanÍ Barkir!
Tarih: 11.12.2007 Saat: 13:30 Gnderen: Editor

M.?erîf Mû?tak      Kamil Mû?tak wextekê kûrtbû nexwe? bû, di halekê tengde li berxwedida. Di doza gûndê Cinibrê`de ji 4 kesan, kesekî herî giringbû, zor-zilim û bûyerên hovaneyên ko dîrokên salabû li ser gelê Kurd di Kurdistanêde dihatin kirin cara yekemîn anîbû ber deryê dadgehên Ewrûpa yê û bi serbilindî di dozêde bi serketibû. Ew doz li pê?ya zilma Roma Re? bibû astengek û bibû rûre?îyek mezin ji bo dagirkerên Kurd û Kurdistan ê.

  Kamil Mü?tak di sala 1938 de li gundê MÎR BEDIR-XAN liser axa bav û kalên xwe ko girêdayî bi CIZÎRA-BOTA ve ye li CINIBR (Ye?ilyurt) ê hatibû jîyanê. Ji bav û kalên xwede li xwe bixwedîn e, ji binemala MÎR BEDIR-XAN e.    Kûrê SADIQ`ê Evdile-Xan`ê Teter-Xan`ê Mikayil`ê Seid-Xan`ê ……Evdile-Xan(Ebdul-xan) e. Evdile-Xan bavê Mir Bedir-Xan e ew jî kûrê Mustafa-Xan e, …..Emîr Mihemed-Xan ê kûrê Emîr ?eref-Xanê ewil e.
   Sadiq di sala 1890 ande li ser axa bavûkalên xwe li CINIBRÊ hatibû jîyanê. Bavê wî 14 jin anîn ew kûr bi tenê hebû. Di sala 1976 / 09 / 16 de li CINIBRÊ li ser axa kalên xwe ji jîyanê bar kir. 
   Gelek caran bibû firar, mehkûm û girtîyê Romare?. Gelek wêne û belgeyên malbatê liba wî hebûn. Wexta sala 1938 pi?tî ?ore?a DÊRSIMÊ hatibû girtin, pîrka mi Heznî ji bo ew belge nekevin dest dewletê ?ewitandi bûn. 
   Têkilîyên bapîrê mi Sadik û pismamê wî Bedî ê Teter-Xan bi Pismamê wan Celadet Emîn Alî Bedir-Xan û birayê wî Kamuran Bedir-Xan re jî her hebûn.    Wexta ko dewleta Surî di dest Firingse de jî bapîrê mi û pismamê wî Bedî mehkumbûn liba Firingse bûn. Bedî tevlî serhildana ?ÊX SEÎD jî bibû. 
   Bapîrê mi û ?êx Ebdirrehmanê Garisî hevdîtin kiribûn hinek belge di nav belgên wide ?ewitî bûn. Têkilîyên wî bi Barzanî re jî xwe? bûn, çend caran kara xwe kir ko bi rêya Qadowê Îsa herê ba Mistefa Barzanî lê pêknehat û heya ji jîyanê barkir ma kûl pêre. Qadowê îsa ji mire jî gelek caran digot. 
   Her wextî keder û kûlên bapîrê mi serhatîn, serborîn û serketinên malbata wî Mîr Bedir-Xan bûn û pir hesasbû, bi  nava gûnd diket ?ekir didan zarokan di got  ev zarok pê?eroja me ne”. Bi mere dirûni?t behsa dijminê Kurd û Kurdistanê dikir, zerer zîyanên dayîn   malbatê ?îrowe  dikir. 
   Hercar di xilaseka axiftinên xwede di got ”Rih dibin bost lê dijmin nabê dost” 
Ticara bêçek û sileh nedima, ko bi kûderêve biçûwa xencera wî di berwîde bû, tivînga wî her wextî hebû. Ji bo hayên me ji me hebê liser dijmin gelek di sekinî, …….pir cida cida ?îret dikirin.
   Ko dima bi tenê jî dest bi sitranên ko di koçka bavûkalan de hatibûn gotin distirand. Ez pi?tî ko bi dotmama xwere zewicîm li ba bapîrê xwe bûm. Dengê wî gelek xwe? bû, sitranên wî kevin bûn, ne di xwest kes dengê wî bike û berxweketî bû. Mi xwe xalî dikir gûhdar dengê wîyê zîz ko tijî kûl û kederên malbata wîya giranbiha dikirin. 
   Pi?tî sirgûna malbatê kesên ko ne dilxwazên mebûn di gotin “Mala dûv qûtbûyî nema bi qelin bûne bela dinya yê” 
   Bi taybet wexta Mistefa Kemal, Ismetê Ker û ko sîyaseta sosoyalîstan derket bi hênceta sîyaseta karker û sîyaseta dagirkeran firseta êrî?an liser binemalên weke malbata me giranbiha, welatparêz, neteweperwer bêhtir çêbûn û dagirkeran ji vê gelek feyde didîtin.     Bapîrê mi Sadiq 4 kûr û 2 keç hebûn, Ebdurrehman kûrê mezinbû, bi nave Ebdirrehman Alî Bedir-Xan hatibû bi nav kirin, 19 salî zewicî pi?tî 2 heftan bêwêrt  ji jîyanê barkir, nihajî birayê mi yê mezin bi wî hatîye bi nav kirin. Navên binemala me bi teybet navên malbatê ne. Ramazan niha meznê malbatê ye, 6 kûr û 3 keç hene, ez jî kûrê didowa me.   Kûrê sisêya Silêman e, 7 kûr û 4 keç hene.Nurê ya çaraye, 22 salî ji jîyanê barkirî ye, bi navê Miheme Nurî kûrek hebû û bi encama sîyasî Roma Re? ew di sala 1983 / 09 / 16 de di sînorê Tirka û Surî de li gûdê Baziftê ?ehîd kir. Keça mamê mi Kamil Nurê bi wê hatîye bi navkirin û bermalîya min e.    Hibab ya pence ye, 13 salî bêwêrt ji jîyanê barkirîye û xwî?kek mi bi wê hatîye bi navkirin. 
Kamil MÜ?TAK kûrê herî  kiçik bû, 4 kûr û 4 keç hene. Kesekî weke  hemû endamên malbatê xwedî soz bû, li dij dijminê Kurd û Kurdistanê her wextî xwedî kîn û inyad bû. Ticara kêmasî li welatparêzîya xwe nedikir, nerazîbûna xwe li dij dijminê Kurd û Kurdistanê her wextî e?kere dikir.   Bi dehên cara hate girtin xwe bi qarekter û ?erefa xwe di parast. Wexta ko dijminan ew digirt ji bo girtîyan jî dibû sebir û cesaret. 
   Mam û xezûrê mi bû, ko çiqas dijmin li mi di gerîya, wexta ko ez bi dest  dijmin neketam, gelek kes ji malbatê û gûndîyan jî di hatin girtin, lê mamê mi Kamil girtîyê bê dor bû.   Kamil Mü?tak ji alîyê dagirkeran ve weke kesekî xwedî welatparêz û ?ore?ger dihat naskirin.
Ji  sala 1959 û pêde hevalbend û dilxwazê Barzanîyê nemir bû. Di salên 1959 de li Cinibrê bi komeke kêmkes “Newroz” bi Find û çira pîroz  dikirin. 
   Ji xizmeta welatê xwere her  wextî amade bû, rihsivik  bu. Bi mire gelek  xizmet kirin, bêdengbû sirên xwe ji kesîre i?kere nedikirin. 
   15  sala berpirsîyarîya malbatê kir, di  nava gûnd de li hemberî serokê qi?la  le?kerê Tirk derket. Pi?tre Ebdirrehmanê kûrê Eshed Alî Bedir-Xan  ew  serle?ker kû?t û çû ket nav hêzên pê?mergên Bazanîyê nemir de. 
   Zilma ko dîrokên salabû bêdeng li ser Kurd û Kurdistan dihate kirin bi bûyera gûndê Cinibrê  cara  yekemîn hate berdestê dewletên YE, cîhanê û cîhan bi  bûyerên li Kurdistanê dibûn di ware fermîde hate ?îyarkirin û nêrînek nûjen bi Ewrûpîyan re çêbû.  
   Di vê berxwedanêde mamê mi Kamil ji 4 kesan, kesê herî giring bû, ?a? nebû, li serxwe sekinî bû, mi çi bida pê?ya wî ko bi mirina wî jîba dikir.   Kamil Mü?tak di piçûkayîya xwede dijmin naskiri bû , ji dijminê Kurdistan û gelê Kurd bi inyat bû, perwerde, terbîya neteweyî ya  bav û kalan bû. 
   Roja ko buyera Cinibrê bûyî mi mamê xwe û 2 kes vexwendinî ba xwe kiribûn, mi xwest ko doz werêvekirin. Lê mamê mi Kamil bênîqa?, bi cesaret, bi bawerî li pi?t mi  sekinî û gav neda pa?. 
   Roma Re? çiqas xwest ko zilim û leyîstokan bikê jî, lê bawerîya bi mamêmire heyî nehi?t  ko dijmin karibê bi serkevê
   Bê?ik zor û zehmetên hemû kesên ko ketine ber êrî?a  dijmin hene, lê mamê mi Kamil malbata xwe, ?erefa gelê xwe parast, daw û tîlên dijmin bi serê dijminde kir û dijmin hi?te bê sitar. …Rupelek di dîroka gelê Kurd û Kurdistande vekir. 
   Silehjorekî ba? jî bû, çekhilgir bû, nî?anvan bû,  weke baw û kalên xwe ji nêçîrê û seydê jî hesdikir. 
Ji bo malbata xwe, mervatî û dostên malbatêre jî qedirnas bû, bi sîyanet bû û kiçikmirov bû.
   Lê ko ez çiqas wî ?îrove bikim jî roja înê 2007.12.07 di seet 17.00 de li ser axa bavûkalên xwe li Cinibrê-Cizîra Bota ji jîyanê barkir.   Ez hêvîdarim ko herkes li dijî dijminê xwe, li serxwe sekinîbê, ji tirsaxwe liber lingên dijminê Kurd û Kurdistan xwe nizim nekê û xwe netewînê. 
   Mamê hêja mi roja 2007.12.03 di seet 13.00 an de ji Traspolî-Moldawya ji cenabê tere telefon vekiribû, me bi dirêjayî xeberdabû. Te gotibû “Ez ji te gelek razîme, ti cihê xwe dadigrî û her wextî ji te bawerim. Lê emanet tifaq, ko kîjan kes ji malbata me tifaqê xirabikê û rêzê ji tere negrê, ez wî azanakim.”    Ez jî dibêjim ezê kêmasîya her ferdekê malbatê bikim, ezê nehêlim hêvîyên cenabê teyê ji mi çêbûyîn bi?kihin. Ez hêvîdarim ko ti qewîtîyên xwe li hemû kesayetîyên zarowên xwe û hemû malbatê jî bikî.   Ti?tên ko cenabê te ez agahdarkirime, cenabê te hemû kirî ye. Ez hêvîdarim ko kes wesêtên cenabê te ne?kênê.    Mamê hêja mi her wextî ji tere  rêz girtî ye, ez dîsa ji cenabê tere rêzdarim û rêzdigirim. Ez ji Xwidayê alemê ji tere rehmê dixwazim, cihê te Cinet û bihe?t bê.   Bila ti di mekanê xwede liba hemû kesên ko ji malbatê ji jîyanê barkirîn bi me pi?trast bin, emê te ji bo xwe mînak bigrin û te serbilind bihêlin.   Emê ji bo gelê xwe û welatê xwe, emê xizmeta xweya neteweyî û tifaqa malbatê bi domînin bi serfirazî. Emê li berxwe bidin ko em her ferdek bibin weke bapîrê xwe Mîr Bedir-Xan.   Xwida sebrê bidê hemû zarokên te û hemû malbata teya giranbiha ko gelek bi rûmet e. Ti di mekanê xwede bi rihetî binive, bila çavên te nemînin li pi?t te û bi xatirê te me hemûyan aza bike mamê hêja.
Bremen- Alamanya, 2007.12.07  M.?erîf Mû?tak   Serif.muestak@gmx.de  

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur