|
u an sitede, 29 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Maddeya 140-Í ya seroberkirina Kerk?kÍ bi pÍtirÓna dengan hat qeb?l kirin
Tarih: 31.03.2007 Saat: 12:26 Gnderen: Editor
|
|
Pe?niyara ko bi mebesta binecihkirina madeya 140-ê ya ji aliyê komîteya bilind ya binecihkirina vê madeyê ve, bo serokwezîrtiya Iraqê hatî ?andin bi pêtirîna dengan hat qebûl kirin. Di kombûna duhî êvarê ya en*****enê wezîran de, pê?niyara ko ji 4 xalan pêk dihat, hindek guhortinên biçûk lêhatin kirin û bi piraniya denggan hat qebûl kirin.
Cihgirê serokwezîrê Iraqê Behrem Salih di beyana ko di heqê vê mijarê de dayî de, diyar kir ko ev pê?niyara ji aliyê komiteya bilind ya binecihkirina madeya 140-ê ve hatiye kirin, dê hevkariyeka mezin bide karên normalîzekirina Kerkûkê.
Salih got: “Hindek grubên ko naxwazin rew?a Kerkûkê normalîze bibe û bo vê çi ji ji destê wan têt dikin. Li himberî wan divêt em bi yekgirtî û bi hevkarî bi hev re bixebitin û arî?eyên Kerkûkê çarser bikin”.
Wezîrê Endistruyê yê Iraqê Fevzî Herîrî jî, got di civîna en*****enê wezîran de ji devreyî hindek kesan, herkesê xwest ko madeya destûrê ya 140-ê bêt binecih kirin.
Di pê?niyara komiteya bilinda ya binecihkirina madeya 140-ê de dihat xwestin ko 20 milyon dolara bo malbatên ereb yên ko ji Kerkûkê derkevin bêt dayin, di vê mijarê de li hevenekirinek hebû. Serokwezirê Iraqê Nurî El-Malikî di cihê 20 milyon dolar de dixwest 10 milyon dolara bêt dayin. Lê Listeya Hevpeymana Kurdistanê bi tundî li himberî vê xwestina Nurî El-Malikî rewestiya û di encamê de El-Malikî mecbûr ma ko gavê bi pa? ve bavêje û vê xala pê?niyarê bêguhortin qebûl bike.
Madeyên ko di pê?niyarê de cih girtine ev:
1- Pa?ve?andina wan erebên ko di dema rebîzekirinê de li Kerkûkê hatine binecih kirin.
2- Vegerandina kesên ko di dema rejima be’sî de ji Kerkûkê hatibûn derxistin.
3- Kesên ko tên ?andîn û tên vegerandin dê bên qerebûn kirin û karmendên berê ko ji aliyê rejima be’sî ve hatibûn derxistin dê ji nûve dest bi karê xwe bikin.
4- Girêbestên ki?t û qalan yên ko di dema rejîma be’sê de hatibûn kirin dê bên hilwe?andin.
Di vê navbeynê de biryar hat girtin ko ev pê?niyara ko ji 4 madeyan pêk dihat bi runi?tineka taybetî en*****enê wezîran li ser rawestiya, divê herî direng heta 5-ê gulanê bi awayekê resmî ji aliyê en*****enê wezîran ve binecih bibe. KTV
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|