Navenda Newroz Tv bi ?ahiyekÍ veb?
Tarih: 09.12.2007 Saat: 16:21 Gnderen: Editor
|
|
Newroz Tv di Newroza îsal de dest bi we?ana xwe kiribû. Lê we?anên wê, bêhtir, ji programên amadekirî pêk dihat. Lê ji nuha û pêde dê we?anên xwe ji navenda xwe bike. Navenda Newroz Tv li bajarê Stockholmê bi ?ahiyeke mezin hate vekirin. Rêvebirê "Weqfa Kurdisk Medîa" yê Faruk Nushetzade, bi munasebeta vekirina navenda Newroz Tv yê dîtina xwe ji me re wisa anî zimên:
"Navenda Newroz Tv mezinbûna xwe 1200 m2 ye. Tê de hejmarek studio û cihên xebatê hene. Dengûbehs, programên çandî, panêlên polîtîk û hwd dê ji navendê bêne amadekirin/çêkirin. Hetanî niha ji bo çêkirina navendek modern û têr teknîk nêzî 5 milyon kron mesref hatiye kirin. 20 kes tê de dixebitin. We?anên me bêhtir berê xwe li rojhilatê Kurdistanê ye. Bi diyalekt û zimanên wir dê deng û behs bê pê?kê?kirin. Nuha rojê sê saet û nîv we?an tê kirin, anku we?ana me di navbêra 17-19.30 an de dibe. Plana me ew e ku, em saetên we?ana xwe bi ?êweyeke sîstematîk zêdetir bikin." Newroz Tv dê bi diyalektên soranî, kurmancî, Kelhorî, Hewremanî we?ana bike. Her wisa bi zimanên farisî, azerî û belucî jî deng û behsan belav bike. Kesên bixwazin, dikarin têkiliyê bi navenda wê re, bi rêya telefonê," 0046 8 6562038", anjî bi rêya malpera wê "www.new-roz.tv" deynin Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se
|