AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
Tarih: 07.12.2007 Saat: 21:08 Gnderen: Editor
|
|
Zihni Erdem Navenda rêvebiriya lijneya CHP ê raporek amade kir û ew pê?kê?î meclîsa CHP ê kir. Li gorî zaniyariyên di raporê de, Fethullah Gülen, çalakiyên xwe yên li Awustralyayê bi pi?tgiriya fermî a hikûmetê û bi a cemetê pê? dixîne. Rapora ku berî nuha bi çend rojan hatibû pê?kê?kirin, naveroka xwe wisa ye:
Hêzbûna wan di dezgehên ewlekariyê û burokrasiyê dePi?tî 28 ê sibatê ku, Fethullah Gülen reviya û li Emerîkayê bi cî bû, çalakiyên wan li Tirkiyê berdewam kir. Alîgirên wî, di dezgeha ewlekariyê, cihên guhertî yê burokratîk, organîzasyonên taybet yê perwerdê, banke û karxaneyan de bi hêz bûn û xurtir bûn. Bi salan e ku Partiya AK ê, rêvebiriya Tirkiyê bi hevkariya Nak?î- Silêmanî û Milli Görü? (dîtina milî) ê dike. Tê zanîn ku, bi taybetî, parlamenterên ji aliyê ba?urêrojhilat (bakurê Kurdistanê) giraniya xwe Fethullahî ne. Derket holê ku, di dema Wezareta Karê Derve a Abdullah Gül, di sala 2003 an de, wî, bi nivîsekî ji dîplomatan xwest ku, tev, pi?tgiriya cemeta Gülenî bikin. Xurtbûna çalakiyên wan li derveyî welêt Pi?tî ku partiya AK ê careke din hat ser hikûm / iqtîdarê, û Abdullah Gül bû serekomar, cemeta Gülen xebatên xwe yên navnetewî piralî xurt kirin. Gülen li Awustralyayê Weqif û dibistana vedike û Hikûmeta Awustralyayê li hemberî xebatên wan bê deng dimîne, çavê xwe digire. Hikumet ji bo pê?ketina hinek dibistanan, bi qasî 2 milyon dolaran alîkarî da wan. Rojnameya Zaman çapa xwe a li Awusturyayê ku hefteyî ye, li Awustralyayê, di nava tirka de bê pere /bêheq /bela? tên belavkirin. Nîv milyon dolarLi Awustralyayê, dezgeha Gülen a herî giring Navenda Diyaloga nav Çanda ye. Li wir, di 23 ê mijdarê de kursiya Fethullah Gülenî bi ?êweyeke fermî hate avakirin. Derket holê ku, Zankoya Katolîk a Awustralyayê ji bo aboriya kursiyê, nîv milyon dolar daye wa. Hêsanbûna wergirtina wîzeyaXebatên bingehîn yê Cimeta Fethulahiya li Awustralyayê ji aliyê Weqfa Selimeye li Melbournê û Weqfa Fezayê li Sydneyê tê rêvebirin. Bi referansên van dezgehan, gelek endamên cemetê li Tirkiyê mafê rûni?tinê werdigrin. Zihni Erdem kî yeNijadtirk e, rojnamevan e û di rojnameya Radikal de dixebite (Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se).
|