|
u an sitede, 43 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
25 M›N BŒRANŒNA ?EHŒD HECŒ SUPHŒ ?IK
Tarih: 29.03.2007 Saat: 21:19 Gnderen: Editor
|
|
Herçendî di meha Sibatêde bîranîna van canfidayên Kurdistan û ?ehîdên partiyê hate kirin jî, lê dîsajî divê tucaran ew hêjayan neyêne jibirkin û herdem têko?îna wan bibe nimune bo azadiya Kurdistan.
Hecî Suphî li bajarê cizîra Botan ji dayik bibu. Ew bajarê ku bisalan bibu bingeh û berxwedana kelha mîrê botan û wekî ku têt zanîn Cizîra Botan bi salan bu navenda çand û huner û ni?timanperweriya Kurdî. Hecî Suphi li taxa kelehî yaku nêzîk koçka Mir Bedirxanbeg mezin û perwerde bibu. Hecî Suphî ji Malbatekî Arîstukrat bu. Dewlemend û xwidan milk û zevîbû. Ew dewlemendiya xwe bo doza Kurdistan û parti, partiya Ba?ûrê Kurdistanê û biteybetî bo ?ore?a Gulanê ku dibin serokatiya Barzaniyê Nemirde terxankir. Yek ji xwidanê vê nivîsê bi çavên xwe dît pi?tî evqas milk û emlakê xwe di dawîde serkeziyên zêr yên Xanima xwe jî li Diyarbekirê firut li rêbaza Kurdayetiyê mesrefkir. Hecî Suphî kesekî bêtirs û bêxofbu. Tirs bo wî qet nebu. Tenezûl bo dijmin nedikir. Birastî jî mêrxazekî Kurdan yê bêtirsbu.Qîmetê doza gelê Kurd û partî li ser herti?tîre digirt.Wî tu caran nedixwest buyerekî negatîv liser doza Kurd bikeve. Jibu vê yekê demaku nakukî li Ba?êrê Kurdistanê carekadî despêkir, dema ku yekitî di herêmêde destbi karê xwekir û çek belavbikirin, Hecî Suphî gelek mihawle kir ku ?ore? nebe du serî. Çûnkî wî tinê bawerî bi ?ore?a Mistefa Barzanî yê nemir hebû û tucaran nedixwst dubendî bikeve nava ?ore?ê.Gelek bi dijwarî di çû ser vê meselê û heta gelik caran oturîta partiyê jî nedikarî pê?iya wî bigirin. Bo vê çendê jî, ji nêzîkve agahdarê xebat û têko?îna ?ehîd Remezanê Ha?im bu, hevkarên hevbûn û dostên qedîmbun. Ew hersê teybetmendiyên xas li ba herduyanjî bebun. (Merdayetî-mêrxazî- û wefadarî). Jibona vê wefadariya Heci Suphî dema Remezanê Ha?im ?ehîd ket, Hecî Suphî zêde-zêde xemgînbu û kete nava hizrên kur û durde, jibona vê ?ehadetê bernameyek çêkir lê, serokatiya siyasiya partiyê ew iqnakir ku vê buyerê hewaleyê PDK Iraq bêkin. Dîsa weku têt zanîn pi?tî inkilaba Eskerî ya 12 îlunê1980 de gelik Kurd hatin girtin û ku?tin. Hecî Suphî Teslîmê dewleta dagirker û fa?ist nebu û bi çendan havalên xwere dest avêtin çekên xwe û rêya çiyayên Kurdistanê girtin. 21 Sibata 1982de bi nehênî serekê li mala xwe dide, hêzên cekdarên dewleta Tirk mala wan dorûpêçdikin. Dema hêzên dewletê ji wî dixwazin teslîm bibe, lê wî dest avêt çeka xwe û derket serbanî û bi mêrxasî liberxweda. Ev qehremanê mezinê Kurd bi duri?ma bijît Kurd û bijît Kurdistan bi serbilindî ?ehîd ket.Xemginiyek mezin wê Rojê liser Cizîra Botan de hate xwarê. Netinê li Cizîra Botan, dinava heval dostên wî û Seranserên Kurdistanêde ev xemgî belavbu.Mizgin jiwere ey ?ehîdên mezin. Seîd û Faîq, Remezan û Suphî û bi hezaran ?ehîdên Kurdistanê, Ew Barzaniyê ku We ewqas hizjêdikir kurê wî Mesud Barzanî boye serokê Kurdistana azad.Ew Idrîsê li Cem we ewqas dilovan, Kurê wî Nêçîrvan buye serokê Hukûmeta Kurdistan.Careka dî mizgin jiwere Partî Degmokratî Kurdistanî Bakûr ku we diberde canê xwe kire gorî, hatiye ser xwe û bilezginî erkên xwe pêktinê.Xweska we karibana serên xwe ji gorên xweyên pîroz hildaban û hinek ji vê bihara azadiyê dîtibana.Bo vê bîranînê em rêz û hurmetên xwe bo weyên hêja digihînin û rêya we jimere ruhniya Kurdistanê ge?tirdike.Serketin ya Miletê KurdeBijît Kurd, Bijît Kurdistan.Seîd Çîçek Îsmaîl Girikî29.3.2007
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|