FÓlmÍn Hollywodd dÍ kul ? keserÍn me bÓne zimÍn
Tarih: 27.11.2007 Saat: 18:23 Gnderen: Editor
|
|
Gelê kurd ne tenê di meydana ?er û bi rêya polîtîkayê, lê belê ji awira hunerî ve jî dê pirsa xwe bîne zimên. Li gorî deng û behsên di medîa de belav dibin, çend projeyên mezin li ser serpêhatiyên cewaz, bi teybetî li ser Qetlîama Helebceyê, têkçûna dîktatoriya Sedam Hisêyn û jiyana Mistefa Barzaniyê nemir, tê amadekirin. Herêma Kurdistanê di amadekirina van projeyan de bi derhênerên Hollywood re kar dikin. Ji bo serkevtina van projeyên hunerî, Hikumeta Herêmê jî bi erênî nêzî pirsê dibe.
Li gorî deng û behsên belav dibin, hetanî niha 30 produktor û sereklîstikvanê navdar yên emerîkî hatine vexwendin. Kesên vexwendî dê li Herêma Kurdistanê li ser senaryo, projeyên fîlm û mecalên ki?andina fîlma bixebitin. Her wisa, ji bo projeya fîlmê Pê?merge, bi Omer ?erif û Antonio Banderas re hevdîtin pêk hatiye. Medîa qal dike ku, ev gava kurda bi Hollywoodê re, ji bo danasîna pirsa kurda pir giring e. Ki?andina hejmarek e fîlm bi Hollywoodê re, dê kul, ê? û kesera gelê kurd bîne zimên. Cîhan, dê kurda ba?tir fêm bike. Lewma, ev gava kurda ji awira hunerî ve, gavek e pir giring e (Zarathustra News).
|