Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 28 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


B-PLANA TirkÁiyan: Projeya Turkmen Federe Bolgesi
Tarih: 21.11.2007 Saat: 14:21 Gnderen: Editor

PHP-Nuke                                           Çend gotin derbarê PKKê de Bayram Ayaz   Planên Dewleta Tirk çi ne? Gelo dixwaze çi bike?Bersiva van pirsan girîng e.Ji bo ku mirov bikare rola aktorên (hêzên) ku di vê prosesa dawî de cîh digrin rast binirxîne, hewce ye siyaseta Dewleta Tirkan qenc têbigîhe. Eger em bikarin hedefa dewletê rast analiz bikin, wê demê em dê bikarin ba?tir serwextê helwestê dewletê (ordî û hevpeymanên wê), hukumetê (AKPê), muxalefetê (CHP, MHP û yên din) û Imraliyê (E. Ocalan) bin.

   Em hewl bidin, vê mijarê hinekî ronî bikin. Berî her ti?tî hewce ye em armancên stratejîk yên pê?kî (priority) yê Dewleta Tirk binasin. Em dê tenê bahsa armancên bi mijara doza Kurd û Kurdistanê ve girêdayî bikin.    Li vê derê divê em dubare binê gotinên Dewleta Tirk xet bikin. Di siyaseta berevaniya netewî, siyaseta derve û mijara Kurd û Kurdistanê de, stratejiya netewî ya Dewletê esas e. Programên Hukumetan ti buhayê xwe nine. Stratejiya millî ya Tirkan ordî diyar dike û di Civata Ewlekariya Netewî de bin navê Belgenameya Stratejiya Millî de tê pejirandin. Yasaya Bingehîn ya Tirkiyeyê (Xala 118) vê desthilatê daye Civata Ewlekariya Netewî (CEN). Di Xala 118an di paragrafa sêyan de dibêje “biryarên derbarê parastina yekparetiya welat de ji terefê Civata Wezîran ve pê?tirîn tên berçav girtin”. Wergera vê xalê ev e: biryarên ku derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de werin girtin, hemî dam û dezgehên Dewletê mecbur in cîbecîh bikin!   Belgenameya Stratejiya Netewî li gor hin nûçeyên çapemenî di sala 2006an de di ber çav re hatiye derbas kirin û hatiye pejirandin. Ji vê Belgenameyê re “Pirtûka Sor” jî tê gotin. Ev Belgename qîblenameya Dewleta Tirkan e.   Di vê “qîblenameyê” de tarîfa Kurdan çawa tê kirin, têgihî?tina Dewleta Tirk û rayedarên wan çi ye, çawa ye? Di stratejiya netewî ya Tirkan de, mijara Kurd û Kurdistanê înkar û îmha ye (tunekirin e). Ev siyaset, bi qasî serê pozê derziyê jî nehatiye guherîn.   Ka em carekî li siyaseta Tirkan di van 16 salên dawî de ku Amerîkî ketine Iraqê û li ba?urê Kurdistanê desthilateke Kurdan peyda bûye, binêrin.Em dibînin ku di van ?anzdeh salan de Amerîkî her hewl didin ku Tirkan û Kurdan nêzî hevdu bikin.Bav Georg Bush bi Turgut Ozal re hevalbendiyekî dana û xwest ku Dewleta Tirk di pirsa Kurd de siyaseta xwe biguhere û prosesa Dewleta Federe ya Kurdistanê biparêze. T. Ozal hin gavan avêt. Heta Amerîkiyan wê demê xwestin ku ordî bikeve Musulê-Kerkûkê û bi Kurdan re bi hevra wan deveran ji destê Saddam rizgar bike. Lê ordiyê dît ku ihtimala sûd wergirtina Kurdan di vê projeyê de heye, wê demê xwe nedan ber vê projeyê. Serokerkan Org. Necip Torumtay wek helwestek protestoyî istîfa kir. Pi?tî ku li Kurdistanê hilbijartin çêbûn, Parlemena Netewî û Hukumeta Herêmê hat avakirin, ango pêvejoya dewletbûnê dest pê kir, Dewleta Tirk gelek aciz bû. Salekî pi?tî van rûdanan, T. Ozal ji nî?ka ve mir! Di raya gi?tî de bawerî ew e ku Ozal jî, general Bitlis jî hatin ku?tin.   Tirkiyeyê dest ji siyaseta T. Ozal berda û li siyaseta xwe dij-Kurd ya herî hi?k vegeriya. Hewl da ji bo parastina statûkoya siyasî ya heyî li herêmê bi Iranê û Suriyeyê re bi hevra kar bike. Xebata “sê-qolî” pi?tî T- Ozal dest pê kir. Hevalbendiya Tirkiyeyê bi Iranê û Suriyeyê re ne li gor dilê Amerîkayê û hevpeymanên wan bû, lê rojavayîyan dikir ne dikir Tirkiyeyê xwe nêzî hevxebateka stratejîk bi Kurdan re ne dikir. Bi Kurdên ba?urê welat re dixwest tenê ji bo dijayetiya PKKê hevkariyên le?kerî bike. Ji ber ku wê demê PKK hevalbendê hevpeymaniya Iran-Surî-Libyayê bû û dewletên bi Tirkiyeyê re nelehev (wek Qibris, Yewnanistan, Ermenistan, Rusya û yên din) li pa? deriyan alikariya PKKê dikir, Tirkiye jî mecbûr bû hin tawîzan bide Amerîkayê û bi Kurdên ba?ur re têkiliyê dayne. Lê heman demî dixwest bi van têkiliyan di nav Kurdan de dijminahiyê gurr bike, bi taybetî Kurdên ba?ur û bakur berê hevdu bide.Yalçin Kuçuk: Berê ?êwirmendê Ocalan û nuha huqqebazê “Pa?a Hazretleriyan”Mixabin wan deman PKKê jî bi projeyên xwe wek “Hukumeta Botan-Behdînanê”, “Zap *****huriyetî” û “Hamleya duyemîn ya 15ê Tebaxê”,  wê jî bi têra xwe karê birayên me ba?ur zahmet dikir; astengî û kospeyan derdixist pê?iya prosesa dewletbûnê. PKKê (E. Ocalan) jî van karan ser hesabê Iranê-Suriyê dikir û gelek caran ji ?am û Beyrûdê mesajan ji Tirkan re jî rê dikir. Digot, “Dewleta Kurdistanê ya federe xincerek e di dilê Kemalistan de”. E. Ocalan nêrînê wisa gelek caran ji Imraliyê jî rê dike. Ez bawer dikim, wan deman fikrê dijayetiya ba?ur û Amerîkayê ?êwirmendê wî Yalçin Kuçuk didan wan. Yalçin Kuçuk îro li Enqerê ?êwirmendiya Org. Ya?ar Buyukanit û Org. Ilker Ba?bug dike. Ji van herdu generalan re dibêje „Pa?a hazretleri“! Pa?a hazretleriyên Yalçin Kuçuk li dû têkdana Kurdistanê ne.   Wan salên ku ev kes diçû li Bekaayê bi E. Ocalan re tiyatro çêdikir, hertim dijminahiya Kurdistana azad dikir, îro jî dibêje “Eger em Musulê negirin, dê Diyarbekir ji destê me derkeve”! Wan deman ji E. Ocalan re digot „Karde?im Apo“, nuha jî li Enqerê di programên televizyonan de kûm û kolozê Mustafa Kemal dide serê xwe û ji generalan re bi maneya rizgarkerên *****huriyetê dibêje “hazret”. Wê demê fitne û dolaban digerandin, ki?-ki?ê dikir û PKKê berê ser Kurdistana azad de dida, nuha jî dahula ?erî lê dide, dixwaze ordiya Tirk bikeve Kurdistana azad. Xerîte çêkiriye û herêma Bahdînanê, Musulê û Kerkûkê di nav sînûrê “Mîsakê Millî”ya Tirkan de nî?an dide. Dibêje, gerek em li dijî Barzanî û Talabanî alikariya E. Ocalan û “PKKa wî” bikin. Gazinda ji hin rayedarên Tirk dike ku alîkariya PKKê nakin, dibêje eger me alikariya PKKê bikira dê Barzanî û Talabanî bi ew qasî xurt nebûya. (agahî ji programa Kalemler ve Kiliçlar ya TV SKYTURKê, Rojên 04 û 11 û 18ê meha 11an 2007) (Têbinîyeke me: Xuyaye Aysel Tugluk jî ji Yalçin Kuçuk hîn bûye ku di nivîsa xwe ya 27ê Gulanê 2007 (rojnameya Radîkal-ê) de ew jî dibêje Ew herêm (Kurdistana ba?ur) parçeyek ji Misakê Milli ye!) Li vê derê divê em bêjin, gotinên wek “Israilê duyemîn” jî û gotegotên ku “Barzanî yahûdî ne”, ev gotin gi? yên Prof. Yalçin  Kuçik in. Ev ne zilam antî-amerîkancî û antî-semitistekî navdar e, her wisa antî-Kurdekî ba? ba? e! Em taybetî bahsa wî dikin, ji ber dû sedeman yek jê, rola ku wî li ber serê E. Ocalan di nav PKKê de leyist û sedema duyem jî, mirov dikare ji gotinên vî kesî hin projeyên klîka kemalist-militarist ba? têbigihe. Ev kes hê jî bi israr palpi?tiya E. Ocalan dike! Dibêje ew mirovekî kemalist ba? e. Û gelek balkê? e, E. Ocalan jî hertim di “nameyên xwe parêzêran” de pesnê kemalizmê dide. Bes e, êdî welatperwerên dorberê PKKê nikarin bêjin, “Heval ev taktîk e, goh nedin van gotinan”! Ji ber ku ev Dewleta Tirk li ser tevgera Kurdistanê hingê fêlbazî û leyistikên gemarî digerîne, mirov mecbûr e, ?iyarê van ti?tan be. Bi taybetî di vê demê hessas de, hewce ye hemî Kurd, bi taybetî welatperwerên nav û dora PKKê zêdetir serwext û ?iyar bin. Armanceka Dewleta Tirk ya sereke ew e ku Kurdan berî hevdu bide. PKKê bixe pêsîra Dewleta Federe ya Kurdistanê.Li vê derê berpirsiyarî dikeve ser milê herkesî, lê bêhtir PKK divê riya xwe zelal bike. Carna ku mirov goh li hin PKKyiyan dibe, mirov vediciniqe. Îro (17.11.2007) I. K. di ROJ TVê  programa (Yedinci Gün-ê) de digot: “Di tevgera Kurd de du xet heye, xeta ku bi nêrîneka nasyonalist dixwaze dewlet dayne (di pê?engiya Barzani û Talabanî de) û xeta demokratîk ya birêz Ocalan (PKKê) ku dixwaze bi xurtkirina demokrasiyê li hemî Rojhilata navîn pirsgirêkan çareser bike”. Wextê ev gotin hatin serf kirin, pi?tê wê mirov ser maf û azadiyên Kurdan çi bêje, êdî ti qîmeta xwe namîne. Kurd bila nebin dewlet, dê demokrasî me rizgar bike! Ka carek li vê eqilsivikiyê binêre. Demokrasî cureyê îdarekirinê ye, yanî cureyê birêvebirina dewletê ye. Eger tu ji Kurdan re dewletê qedexe bikî, êdî tu kîjan demokrasiyê bex?ê me Kurdan dikî! Bi rastî jî ti?tên ev merivên ser xeta Imraliyê dibêjin, hîç û pûç in!   Ev gotin, ev nêrîn, ev têgihî?tin, mejî û armanca wê dijayetiya damezirandina dewleteka Kurd e. Tu ferq û cudahî di nabeyna vî mejiyî û nêrînên Yalçin Kuçuk de û stratejiya netewî ya Dewleta Tirk de tune. Yalçin Kuçuk dibêje, divê em Musulê (qesda wî wilayeta Musulê ya demê Osmaniyan e, wisa jî dibêje) dagîr bikin, eger em vê nekin dê Diyarbekir ji destê me biçe! Têzê Dewleta Tirk jî ev e. Yalçin Kuçuk di programa xwe de bi a?kere got, cihê keyfxwe?iyê ye ku Sererkaniya Tirk, yanî Pa?a hazretlerî jî îro hatine ser vê xetê. Li vê derê bi tundî hêrî?ê Sererkanê berî nuha teqawit Org. Hilmi Ozkok dike. Xeta wî, wek xeteke dijminahiya *****huriyeta Kemalist bi nav dike. Lê pesnê Pa?a hazretleriyên îro dide û dibêje: “Dewlet jî (yanî ordî jî) wekî min, damezirandina Dewleteka Kurdistanê, wek tehlûkeyek ser yekitiya Tirkiyeyê dinirxîne. Dewlet jî di wê nêrînê de ye ku ji bo parastina yekitiya Tirkiyeyê hewce ye prosesa dewletbûna Kurdan bê têk dan.” Y. Kuçuk dibêje “ev ?ereke demdirêj e û divê hemî cureyên sabotajan were bi kar anîn” Generalên Tirk jî nêrîn û gotinên xwe vî cureyî dijminane qet vena?êrin, bi a?kere dibêjin. Kesên nebihîstine bila axaftinên general Ya?ar Buyukanit û Ilker Basbug bixwînin. Mirov dibêje belku wan axaftinan Prof. Yalçin Kuçuk ji wan re nivisîye.Serçaviya Siyaseta Generalan: Belgenameya Stratejiya Netewî – “Pirtûka Sor”Nêrînên generalan nêrînên Belgenameya Stratejiya Netewî ya Tirkan e. Mejiyê vê belgenameyê ev e: Kurd li fîzanê, li Çîn û Mançînê be jî, eger bikarin bibin xwedî dewletekî, divê em vê derfetê li pê?iya wan asê bikin, nehêlin ew bibin xwedî dewlet. Û divê nabeynê de divê em bilezînin bi milyonan Kurdên “xwe” zûtirîn demê de asîmile bikin, bikin Tirk, an Tirkiyeyî! Li bajarê Amedê û Xarpûtê generalan le?ker derxistin ser cadeyan û duri?mên Tirkçîtiyê bi wan dan qîrîn.    Siyaseta Dewleta Tirk ev e. Amerîkî, Ewrûpî û hemî hêzên hinekî liberal navnetewî bi salan e, bi taybetî pi?tî rûxandina Yekitiya Sovyetan û Bloka welatên sosyalist her hewl didin, Tirkan ji vê rêya ?a? vegerînin, rêya rast ya eqlê selîm bidin ber wan. Pi?tî bav Georg Bush Bill Clinton jî xwest bala Tirkan bik?îne. Di sala 1997 an de hatibû Tirkiyeyê, nesîhetê li rayedarên Tirk kir, li Meclisa Tirk got: “bi Kurdên xwe re li hev werin, bidin ser rêyekî hevçax!”. Ji xwe Ewrûpî di her civînekî xwe de pirsa Kurdan li ber gohê Tirkan dixin. Di her raporeka Yekitiya Ewrûpayê de bi dîqet û bi gotinên nerm pirsa Kurdan bi bîra wan tînin. Lê Dewleta Tirk ji ya xwe nayê xwarê. Hê jî ji dinyayê re çîrokên wek “Kurd hevwelatiyên me yên bi qedir in, li welatê me pirseka wesa tune, pirsa terorê serê me bûye misalet” vedibêjin. Van demên dawî Abdullah Gul û Recep T. Erdogan jî zêde qala van çîrokan dikin. A. Gul, berî mehekî hatibû Strasburgê li pê? dezgehê Yekitiya Ewrûpayê qise kir, çend parlemenên ji grûbên cuda pirsa mijara Kurd ji wî kirin û fikra wî derbarê çareseriyê de pirsîn. Hemî lê bûn yek, lê nikaribûn ji devê wî gotina Kurd jî derbixin, nikaribûn gotina Kurd pê bidin gotin. Çima ? Jiber ku ew wek Serokkomar heman demî Serfermandarê ordiyê ye. Û pi?tî ku ew bûye Serokkomar êdî kes nikare bi fermî gotina Kurd ji devê wî bibihîse. Jiber ku di Belgenameya Stratejiya netewî de wisa dinivîse. Dibêje: „Di belgenameyên fermî û axaftinên ser navê Dewletê de nabe ku gotinên ku `bolucu û terorist` li hemberê yekitiya Tirkiyeyê bi kar bînin, were emilandin“! Jiber vê yekê A. Gul li Strasburgê gotina Kurd ji hafiza xwe, ji mejiyê xwe derxistibû avêtibû der.   Siyaseta Tirkiyeyê ev e. Siyaseta ku li dijî ba?urê welatê me Kurdistana azad dime?îne li gor vê siyaset û stratejiya wan ya millî ye. Di vê çarçoveyê de planên wan, em dikarin wisa diyar bikin.                       Planên Hêrî?ker yê Dewleta TirkA-Plana Dewleta Tirk, têkdana Dewleta Herêma Kurdistanê ya federe ye. Her wisa têkbirina sistema federe li seranserê Iraqê. Careka din tesîsa sistema dewleteka merkezî (uniter dewlet) bi desthilata navendî li Bexdayê. Dewletekî otoriter wekî dema Saddam Huseyn. Ji bo vê yekê bi wan hêzan re têkilî datînin yên ku dijî sistema federe ne û dixwazin careka din li Bexdayê desthilata Ereban pêk bînin. Bi seroke?îrên Ereb re têkiliyan datînin. Qa?o 65 seroke?irên hêla Musulê û deverên nêzîk ji Tirkiyeyê daxwaza alikariyê ji Tirkiyeyê kirine. Tirkiye dest ji vê plana xwe bernade, lê dibîne ku jiyan bi cureyeke din dime?e û vê demê Erebên ?îa ne razî ne têkiliyên xwe bi Kurdan re xirab bikin û li dû Tirkiyeyê bikevin! Ji bo vê yekê dibêjin, me siyaset û stratejiyeke demdirêj divê!B-Plana Dewleta Tirk, eger were û Tirkiye nikaribe van rûdanên heta nuha bere pa? biqulibîne, ev rew?a heyî berdewam be, wê demê B-Plana wan ji bo “Tesîsa Korîdora Turkmenan” heye. Xewna tirkçiyên kemalist û turancî ew e ku ji Telefer heta Kifriyê (Musul-Kerkuk-ba?urê Hewlêrê heta bigîhe Kifriyê) alikarî bikin ku li vê ?erîdê Herêma Federe ya Turkmenan damezirînin. Me vê xewnê û planê berî çar salan, sala 2003 di nivîseka xwe de a?kere kiribû. (Xewna Tirkiyeyê: Kerkûkê jî bike Nahçivan û Qibrisa Denkta?î, Bayram Ayaz . 29.09.2003, www.Kerkûkkurdistane.com)    Em dibînin îro di medya Tirkî de ev plan û armanc bi dengekî bilind tê muneqe?e kirin. Tirk dibêjin, me sala 1926an wilayeta Musulê (di dema Osmaniyan de hemî deverên ba?urê Kurdistanê wek wilayeta Musulê dihat hesibandin) bi ?ertê ku li wê herêmê emin û asayi? berdewam be û ew der parçeyek ji dewleta Iraqê be û bimîne, dewrê Iraqê kir di bin mufeti?iya Ingilîzan de. Eger li van deveran emin û asayi? xera bibe, an  Kurd bixwazin Dewleteka Serbixwe îlan bikin, yanî tehlukeya gihî?tina Wilayeta Musulê (bajarê KERKÛKê) ser îdareya hêrêma Kurdistanê derkeve holê, wê demê mafê Dewleta Tirk ji huqûqa navnetewî heye ku mudaxaleyê van deveran bike. Yanî êrî?ê Kurdistana azad bike! Ji nuha ve propaganda dikin û dibêjin 65 ?eroke?irên Ereb, hin nivîskar û kesayetan ji Dewleta Tirkiyeyê daxwaza harikariya emin û asayi?ê kirine. Her wisa dibêjin, eger hevnîjadên me Turkmen li deverên wilayeta Musulê tu?î hêrî?an bibin, em dê bi hewariya wan ve biçin. Ev jî tehdîtekî a?kere ye dijî Dewleta federe ya Kurdistanê.Tirkiye van opsiyonan hemî ji bo cîbecîhkirina planên xwe qirêj, li ber destê xwe de digre. Bahsa Turkmenan dikin. Turkmenên hevalên wan Cebha Millî ya Turkmenan e. Ev Cebhe jî bi giranî di bin tesîra MHPê (Partiya Tevgera Neteweperst) de ne. Roja 16.11.2007 di programa nûçeyan ya Mehmet Alî Birand de ti?tekî balkê? rûda. Nuçevanê KanalD TV’ê ji Kerkûkê ji Navenda Cebha Turkmenan xeber radigehand. Wêneyên li odeya cebheyê, ya pi?ta Birêvebirê Cebheyê, sembola Bozkurtçiyan (yanî sembola gurên boz) ya ser bi MHPê, bû. Ew wêneya KanalD TVê jî ji hemî kesî re dide nî?andin, bê gelo ev Turkmen Milli Cebhesî kî ye? Dijminahiya Devlet Bahçeli yê Serokê MHPê ji bo Barzanî û ya Cebha Milli ya Turkmenan ji serçaviyekî dertê. Ji Tirkçitiyê! Ji politikaya Enqerê. Ji xwe ev Cebhe alîkariyeka mezin ji Enqereyê werdigre. Nêrînên Cebha Turkmenan hemî yên wekî Dewleta Tirk in. Tirkiye dijî sistema federal e, Cebha Tirkmen jî. Tirkiye dijî referanduma Kerkukê ye, Cebha Tirkmen jî. Tirkiye Idareya Kurdistanê nasnake û dijminahiya serokatiya Kurdistanê dike, Cebha Turkmenan jî vê dike. Belê, Cebha Turkmenan hemî ti?tî li gor siyaseta Enqerê dime?îne. Ew çi dike bila bike, ?ikir ku hêz û tesîra wê zêde tune. Bi soz û waadên Tirkiyeyê, bi qasî hezar du hezar insanan li dora xwe civandiye, lê tesîreka wê siyasî û civakî berfereh li ser prosesa Kerkûkê tune.   Ev Cebhe tenê qertekî ye di destê rayedarên Dewleta Tirk û hêzên Tirkçî de. Em bêjin fîguranê B Plana Dewleta Tirk in. Eger Tirkiye bikare bi cureyekî dakeve axa ba?urê Kurdistanê, ku xewn û plana wan ev e; ji qeza Teleferê ya li rajavayê Musulê heta Kerkûkê, Altunkopriyê ber bi Kifriyê ve Korîdorekî Turkmenan dayne. Lê ev proje û plan jî bi temamî karekî xeyalî ye. Jiber ku yek, jimara Turkmenan li van deveran li tu derî ne di wê sewîyê de ye ku bikarin îdareya qeza an bajarokekî be tenê serê xwe bi rêvebibin. Du, ti derdê Tirkmenan tune ku bibin aletê planên hin hêzên Tirk ku dijminahiya Kurdan dikin. Turkmen bixwe dibêjin, wan di dîroka xwe de ti carî dem û dewraneka wisa azad û xwedî maf nejiyane. Çima ji bo xatirê siyaseta çewt ya Dewleta Tirk bibin dijminê Kurdan, xwe bikin armanca rew?eka ne asayî! Piraniya Turkmenan bi Kurdan re bi hevra ne û di Parlemena Netewi ya Kurdistanê û Hukumetê de nûnerê wan heye. Belê piraniyaka zêde ji Turkmenan bi Kurdan re ne. Lê di ?ert û zurûfên îro de li Musulê û Kerkûkê û dorberê van herdu bajaran, hêzekî yek du hezar jî dikare rolekî dijminane bilîze û bibe alîkarê terorê û terorîzmê. Teqîn û bûyerên intîharî li Kerkûkê û Musulê rûdidin, mixabin destê hin komikên biçûk tê de heye. Demekî navê Kerkûk Turk Intîkam Tugaylari di medya tirkî de derbas bû. Tirkçiyên ulusalcî û turancî di medyayê de hertim bahsa “Kerkuk’un Turklugu” dikin. Duri?ma wan ya dijminane ev e: ”Kerkuk Turktur, Turk kalacak!” (Kerkuk Tirk e, dê Tirk bimîne). Klîka militarist kemalist li hemî deveran ultra-tirkçîtiyê dime?îne. Ew hêzên ku le?skeran li ser cadeyên Amedê û Xarpûtê bi duru?mên tirkçî didin qîrîn û bezîn, ji fikir û tevgera eqilmend dûrketine, kîn û dijminahiya Kurdan wan gêj kiriye û xwînê çavê wan girtiye. Ev hêz li dû provakasyonan in. Armanca van hêzan çavtirsandina xelkê Kurd e.    Pi?tî çûna Erdogan û general Ergin bo Serok Bush, ji Dewleta Tirk re zelal bû ku, ew vê hêlê nikarin A Plana xwe cîbecîh bikin. Yanî Kurdistanê bi hinceta PKKê dagîr bikin. Na, ev ti?t ne mumkin e. Xuyaye Amerîkiyan ji heyeta Tirkan re gotinên çîp tazî û sar qerisî gotine. Ji wan re xwe?ik xwe?ik gotine, em rê nadin hûn le?kêrên xwe bixin axa Kurdistanê û vê prosesê têkilhev bikin.Pi?tî vegera ji Washingtonê Tirk Planên xwe din test dikin. Ti?tên wekî bin navê parastina mafê Turkmenan, û ji bo vê yekê danîna Turkmen Federe Bolgesi û ti?tên wisa. Vê B Plana Tirkan jî divê mirov pûç derxe. Qet ti rê li ber Tirkan nehêle ji xeynê ew bizanin û eger nizanin hîn bibin ku li ba?urê Kurdistanê, yanî li bakurê Dewleta Iraqa federal, Dewleta Federe ya Kurdistanê hatiye damezirandin û sinûrên Dewleta Tirkiyeyê bi vê Dewleta Federe ya herêmê re ye. Û peywendiyên dostane dikare ji vê derê dest pê bike, rêya vê ne îlanihayet di ser Baxdayê re ye. Tirkiye divê xwe hînê vê rastiyê bike û bi mijara PKKê û bi van hincetan jî nelîze.   Sala 1999an de serokê PKKê ji Dewleta Tirk re got, hin gavan bavêjin, yasaya lêborînê derbixin, ez dikarim hemî wanê serê çiyê daxim xwarê. Eger bi rastî jî daxwaza Tirkiyeyê dawî lê anîna ?erê çekdarî yê PKKê bû, çima alikariya vê teklîfê nekir? Çima hin gavên yasayî neavêt û rê li ber çekdarên PKKê venekir. Dewletê çima bi wasita serokê PKKê berê gerilayên PKKê da ba?urê Kurdistanê? Wê demê grûbên PKKê ku ji çiya daketin û ji Ewrûpayê çûn teslîmê dewleta Tirk bûn, çima cezayên giran li wan kesan hat birîn? Dewleta Tirk û hêza wî ya di pirsa Kurd de xwediyê gotinê, ordî naxwaze PKKyî dest ji ?erê çekdarî berdin û çekên xwe daynin. Na, Dewleta Tirk vê yekê naxwaze! Ji ordiya Tirk re pêdivî bi cenazê ?ehîdan heye. Îro jî dixwaze ku jimarekî ji çekdarên PKKê li Qendilê bin, li Mexmûrê bin. Heta biçin Kerkûkê û Musulê jî. Jiber ku ji Dewleta Tirk re ji bo siyaseta wê ya dijminane dijî prosesa Dewletbûnê hincet gerek e. Ji nuha ve di medya Tirkî de propaganda dikin dibêjin, PKKyî li Kerkûkê Turkmenan tehdît dikin. Çima navê PKKê tînin? Jiber ku bi navê PKKê dikarin bi lez xelkê bixapînin û bêxin hareketê.   PKK jî hewce ye di vê pêvejoyê de rola xwe zelal bike. PKKyî bi xwe hemî dibêjin armanca Dewleta Tirkiyeyê ne ew in, hedefa Dewleta Tirk têkdana destkeftiyên Kurdistanê ye. Ew jî wekî me dibêjin û dinivîsin ku pirsa PKKê û Qendîl hincet e. Ev rastiyek e. Ba? e, PKK dixwaze siyaseteke çawa diyar bike, çî helwestî bigre ku Dewleta Tirk wê neke hincet dijî destkevtiyên Kurdistanê? Heta nuha ji xeynê teslîmkirina he?t le?kerên dîlgirtî, mirov bi ti helwestekî PKKê nehese. Tenê dibêjin, me jî amadeyiyên xwe kiriye, eger ordiya Tirk sînûr derbas bike û li me de, em jî dê berxwe bidin, ?er bikin. Ev gotin ne bes in!    PKKê Bi Çiqasî Rûmeta Rejîma Hafiz Esat Digirt – Ew Qasî Jî Bila Îro Nî?an BidePKK mecbûr e rûmeta yasayan bigre û daxwazên organên desthilatiya Kurdistanê cîbecîh bike. Helwestekî guncav (lihevhatî) bi siyaset û stratejiya hevpeymaniya Amerîkî û Kurdan re diyar bike. Dijayetiya PKKê bo Dewleta Kurdan dê tenê dilê Tirkçiyan honik bike!   Em salên nodî bînin bîra xwe. Wê demê (1994-95-96) Tirkiyeyê zorê da Suriyeyê ku li Bakaa-yê Kampa Mahsum Korkmaz bigire û alîkariyên logistîk nede PKKê. Bakaa wan çaxa di bin kontrola Suriyeyê de bû. Suriyê ji Serokê PKKê xwest ku Akademiya Mahsum Korkmaz bigire. Çi bû, em bînin bîra xwe. Ew kampa ku Dogu Perinçek û Yalçin Kuçuk li wan deran bi E. Ocalan re û bi birêvebirên PKKê re risman dikê?î û li wan deran lotikan davêtin, ew kamp wilo bêdeng bêdeng hat girtin. Suriyeyê carekî li ser sînûrê Libnanê E. Ocalan derdest kir. Rayedarên Suriyeyê wê nûçeyê bi cureyek gihandibû medya Tirkî jî. Heta eger were bîra we, xeberekî belav bû ku li ?amê li mala ku Ocalan lê dimîne teqîn çêbûye! Li hêla Cizîrê, Helebê û Efrînê jî hin kontrol çêbûn. Heta wan dema Suriyeyê çend PKKyîyan jî girtin û li hêla Antakyayê teslimê Tirkiyeyê kirin. Ev hemî mesaj bûn, di nav Suriyeyê û Tirkiyeyê de diçû û dihat. Zimanê li dijî hevdu bi kar dianîn, ev bû. Ev zimanê dîplomasiya karta terorê û karta rêxistinên çekdar e. Li vê derê pirsa helwestê van rêxistinan tê holê, lê ev mijareke din e. Rêxistinên xwedî hêzên çekdar jî dixwazin ji van neleheviyên nav dewletan îstîfade bikin. PKK bi salan e li Rojhilata navîn bûye parçeyekî vê bazarê. Rêxistinên çekdarê wan hebin mecbûr in, li palpi?tiyê û alîkariyên logistik bigerin. Rew?a PKKê jî ev e.   Îro PKK hem agireke ketiye pêsîra Îdareya Kurdistanê û Amerîkiyan. Hem jî karteke li herêmê di destê gelek hêzan de. Mesele ne yek alî ye. Em jibîr nekin dor aliyên Iraqê û ba?urê Kurdistanê bi grûbên terorist ve dagirtî ye. Teroristên El-Qaideyê, Ensar-el Islam û hin çekdarên ser bi grûbên ?îa ji ku derê tên? Li ku derê alîkariya logistik digrin? Cebha Milli Turkmen ji ku derê alîkarî digre? Palpi?tên wan kî ne? Televizyona wan turkmeneli TVê kî finanse dike? Kîjan dewlet alikariya Erebên sunni dike? Kî ne, evên dixwazin dijminahiyê bêxin nav Kurdên Êzdî û Musilman? Kî ne evên li nav bajarê Musulê dijminahiya Kurdan gurr dikin?  Kijan dewlet dixwaze destê xwe bixe nav e?îr û malbatên Kurd yên qa?o ji îdareya Barzanî û Talabanî ne razî ne? Kîjan dewlet dixwaze dijî Kurdistana azad sabotajên aborî û teknîkî organîze bike?   Pirsa PKKyiyan li Qendilê hewce ye di çarçoveyeke wisa berfereh de were analiz kirin. Bi taybetî tevger û rayedarên Kurd divê metirsiyên ku ser destkevtiyên ba?urê welatê me peyda bûne, tenê bi hebûna PKKê li çiyayê Qendîlê ve girê nedin. Û wekî em di?opînin hemî kes dizanin ku mijara PKKê hincet e.Ez bixwe li gel im ku PKK agirbesêke bê qeyd û ?ert rabigihîne, li bakurê Kurdistanê ?erê çekdarî rawestîne, dengê çekan bê birîn û bi siyaseteka sivîl û guncav li gel prosesa berendametiya Yekitiya Ewrûpayê were cîbecîh kirin. Beramberê vê gavê bila jiyana li bakurê Kurdistanê sivîlize bibe; yekineyên ordîyê û hemî hêzên taybetî ji hêrêmê derkevin, pa?ve werin ki?andin. Divê gavên normalizekirinê ji bo rew?a civakî were avêtin û her wisa demokratîzekirina siyasetê û îdareyê pêwist e. Gelo Tirkiye dixwaze van ti?tan bike? Tirkiye bi rastî jî dixwaze dawî li ?erê çekdarî yê PKKê were? Tirkiye dixwaze bi Serokatî û dam û dezgehên Kurdistana azad re danûstandinên dostane dayne? Kurd hewce ye van meseleyan hemî bi hevra analiz bikin û pê?niyariyên xwe, siyaseta xwe wisa diyar bikin.     Hêviya Tevgera Welatparêz: PKK Helwestên Kurdewar Xurt BikeVan demên dawî ku klîka miltarist-kemalist û hemî hêzên Tirkçî siyaseteke dijminane hemberê Kurdistana azad û miletê Kurd dest pê kirine, ti?tekî gelek balkê? e, di demeke wisa hesas de PKKyîyan jî kampanyayek bin duri?ma „Êdî bes e“ de dime?înin. Kurd û Kurdistaniyên din li hemî deverên dinê, destê wan de ala rengîn çalakiyên cur be cur organize dikin. Ew hewl didin bi taybetî siyaseta Dewleta Tirk ya hêrî?kar a?kere û protesto bikin, rabigihînin bi dinyayê.Kurdên derveyî PKKê, ji siyaseta Dewleta Tirk re, ji siyaseta Suriyeyê û Iranê re dibêjin ÊDÎ BES E! PKK jî, xelkê dorberê xwe ji bo serokê xwe derdixin meydanan û dibêjin: Êdî bes e, divê Ocalan neqilê zindaneka sivîl ya normal bibe.   Bê guman ev ti?t mirov gelek aciz dike. Helbet mafê PKKê û PKKyiyan heye ku ji bo Serokê partiya xwe çalakiyan organize bikin. Lê ne di demekî ku bi rastî tehlûkeyeke mezin li ser destketiyên Kurdistanê peyda bûye de!Kurdên welatperwer ji bo Kurdistanê dime?in, PKKyî ji bo Ocalan!Haa, ferq û cudahiya nav Kurdewariyê û pkkcîtiyê ev e. Ev yek di rojên wisa dijwar de xwe dide der.Welatperwerî û neteweperwerî li me ferz dike, berî her ti?tî parastina berjewendiya welat û gel, pi?tre yê partî/rêxistinê û herî dawî yê serok û rêvebiran.Lê ya PKKê ne wisa ye, li cem wan berê Serok tê, pi?tre PKK û li dawiya van herduyan welat û milet. Ev nabe! Ev ne welatperwerî û neteweperweri ye.Em jî dibêjin êdî bes e, Kurd û Kurdistanê bidin pê?, wisa dê re? û spî ji hevdu qenc cuda be. Dê wê demê Kurdperwer bi xu?k û biratî bikarin hevdu hembêz bikin. Ev sarî û neleheviyên nav Kurdan jî dê kêm bibe. Û em dê hemî bikarin li dor stratejiyeke netewî hevbe? bên ba hevdu.    Pê?kiyên (tercîhê sereke) yê stratejiya netewî ya Kurdan divê çi be? Û em li dora kîjan armancan werin cem hev?1-    Parastina prosesa Dewleta Kurdistanê li ba?urê welatê me. (Dewlet, dewlet û dewlet.)2-    Parastina hêz û potansiyela tevgera welatparêz li bakur û rojhilat û rojavayê welat.3-    Dan pejirandina diasporaya Kurdan li cihanê bi nasnameya Kurd û Kurdistanê. Eger em li ser stratejiyeka wisa têgihi?tineka hevbe?, zanisteke siyasî û dîrokî peyda bikin, ya heyî bi hêztir bikin û bi hevdu re sadiq bin, bê guman dê hemî Kurdperwer lê kar bikin û çalak bin ku hemî zindaniyên me azad bin. Lê pê?î Kurdistan yanî welat, pi?tre gelê Kurd yanî milet, pi?tre jî dewlet…Salên nodî Navenda PKKê li Bakaayê bû, yanî li ser axa Ereban. Wê demê PKK hevpeymanê Suriyê û Iranê bû, bi taybetî ji gotinên Serok Esad dernediket, nekaribû derbikeve. Îro navenda hêzê wan piranî li ser axa Kurdistanê ye. Birêvebirên PKKê eger bixwazin, dikarin siyaseta xwe bi siyaset û stratejiya Kurdewar re lihevbînin, bibin hêzêkî hevpeyman bi hêzên demokrat navnetewî re. Eger goh nedin daxwazên ku bi izna generalan dertên, eger planên klîka militarist-kemalist qenc te?hîs bikin û siyasetekî berevajî vê xetê bime?înin, wê demê dê pê?iya welatperwerên nav û dora PKKê jî vebe û bizava welatparêza Kurdistanê jî bi vê yekê dil?ad be. Wê demê mirov dikare bêje dê li Rojhilata navîn qirna 21an bibe sedsala Kurdan û Kurdistaniyan.Ji bo vê yekê em dibêjin, bi hevra bi xu?k û biratî. Ji bo vê yekê em dibêjin danûstandin û diyalog, da ku em bikarin ji hevdu qenc fehm bikin û ser xeta Kurdewar û Kurdistanî bibin dost û heval, bikarin hêdî hêdî werin gel hev, ji bo berjewendiyên welat û miletê xwe hevkarî bikin.    Tirkçî Dixwazin DTPê Însanî û Siyasî Linç Bikin! Welatperwer  Divê li Dij DerkevinLi dawî, kampanya lincê ya insanî û siyasî dijî DTPyîyan û vekirina doza girtina DTPê bi tundî protesto dikim.Her kes û hêza daxwaz dike ku ?erê çekdarî raweste, ji bo Kurdan li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê derfetên siyaseteke sivîl û a?tiyane peyda bibe, û di van nêrînên xwe de sadiq be, hewce ye bi dilosozî dijî hêrî?kariyên ser DTPyîyan raweste. Girtina DTPê dikare rew?ê tenê alozîtir bike. Hêrî?ê beramberê DTPê parçeyek ji planên dijminane ya hêzên tirkçî yên kemalist û turancî ye. Di vê mijarê de pêwist e di nav tevgera bakurê welatê me de gotar û helwestekî hevbe? peyda bibe. Girtina DTPê dikare tenê hewes û meylên ?erê çekdarî xurt bike. Bi baweriya me, general “Pa?a hazretlerî” jî vê yekê dixwazin. Ji ber ku ?er û pevçûn çê nebe, cenazeyên ku?tiyan nebin, nan ji telqîn bêjan re namîne! Militarizm û kemalizm destebirakê hev in. Neo-kemalist nuha dibêjin em di nav ?erê netewî de ne, ji nû ve em *****huriyetê (*****huriyeta kemalist) damezirînin! Ji bo Kurdan jî dibêjin, wekî Sultan Selim, Sultan Murat II û Mustafa Kemal bi ser ketin, divê em carekî din ser û mejiyên Kurdan dagîr bikin û wan bik?înin aliyê xwe. Vê rolê jî neo-kemalist “pa?a hazretleri” dane ser milê xwe. Yên wekî Yalçin Kuçuk, Ilhan Selçuk, Oktay Ek?î, Ertugrul Ozkok û bi hezarên din, ev jî qa?o rola Kubilay, Mahmut Esat Bozkurt, Prof. Fahrettin Kirzioglu, Sabiha Gökçen, Atif Inan hildane ser milê xwe.Êdî bes e, gelî Kurdno - xu?k û birayan, gelî welatperwerên pêgirên xeta PKKê, êdî bes e,  lanet li militarizmê û kemalizma ultra-nasyonalist, ya ku hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan daniye, bînin, destê xwe bidin hevdu. Dema mirov van neo-kemalistan gohdarî dike dilê mirov diqelibe. Kurd divê van hêzan qenc binasin.Hin eqilsivik derketine hê jî dibêjin: AKP, ordiyê û Kurdan (PKKê) berê hevdu dide. AKP ne partiyeke dostê Kurdan e û nikare doza Kurd jî çareser bike. Ev aliyekî meseleyê. Lê ji bo ku mirov bikare bibêje, AKP Ordiyê û PKKê berê hevdu dide, yan mirov divê nezanekî zircahîl be, qet ti?tekî ji sistema Tirkiyeyê fehm nekiribe; yan jî yek dixwaze rastiyan bermeqlûbî bike û siyaseta hêrî?kar ya kemalistan û ordiyê dijî gelê Kurd û dewleta Kurdistanê ve?êre û kemalizmê ji gunehan bi?o û bi Kurdan bide hezkirin. Îzah û tarîfeka din tune. Kî vê demê planên klîka tirkçiyên kemalist û turanciyan ve?êre, berê tîrên xwe bide AKPê an cihekî din, bi zanatî û ser hesabê generalan dixwaze Kurdan bixapîne.   Ti?tên îro diqewimin, siyaseta ku Dewleta Tirk îro dime?îne, ev nêzîkî du salan e li ser dihat kar kirin. Gotinên ku îro general dikin, berî deh mehan Muste?arê MITê Emre Taner, bi munesebeta 80. saliya damezirandina MITê di mesaja xwe taybetî de yek bi yek vegotibû. (05.01.2007, www.mit.gov.tr) MIT jî dibêje, „Tirkiye, netew-dewleta me li ber xeterê ye, …. Divê Tirkiye tedbîrên xwe bigre, gavên pêwist bavêje. ….” Hemî kes î?aretê tehlûkeya ji Kurdan tê dikin. MIT jî berê tîrên xwe dida prosesa dewletbûnê, referandûma Kerkûkê û yasaya petrolê li Iraqê! Referandûm çêbibe, Kerkûk bikeve ser îdareya Kurdistanê, Kurd û Ereb li ser Yasaya Petrolê bi hev bikin û parekî ba? werbigrin, wê demê Kurd dibin dewlet, xwedî dewletekî dewlemend û êdî ti hêz nikare pê?iya wan bigre. MIT dibêje Tirkiye hewce ye xwe bilezîne û vê prosesê têk bide. Mesele ev bû, ev e. Yanî , têkdana prosesa dewleta Kurdistanê!             Dijî Hêri?ên Tirkçiyan Bê Hêvî Nebe, Çare Heye!Çare ?Vizyona Serokê Kurdistanê têbigîhe,Siyaset û stratejiya Serokatiya Kurdistanê qenc bi?opîne,Goh bide ser gazind û rexne û daxwazên Serokê Kurdistanê,Pêgirê (loyality) siyaseta navenda stratejîk ya netewî – kurdewar be!Ev navend bi serkeve, miletê Kurd dibe xwedî tac û dewlet.Yanî daxwaza Ehmedê Xanî ya dîrokî bi cîh tê.Ji miletê Kurd re, ji Kurdistanê re dewlet gerek e.Miletê ku dewletê wan nebe, sêwiyên ber destan in û mehkûmê tunebûnê ne.Welatê ku li ser axa wê dam û dezgehên rêk û pêk û dewletek demokrat û hevçax nebe,Tenê dikare ji dijminan re bibe axura berazan!   Miletê Kurd layiqê dewleteke demokrat e,Kurdistan jî bihu?ta Kurdan û Kurdistaniyan e.Dijminên bi pa?eroja me bilîzin, Bixwazin hêviyên me bi?kênin, roja me re? û tarî bikin,Dê bersiva xwe ji keç û kurên vî miletî bigrin.We

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur