|
u an sitede, 22 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
MUHEMMED IHSAN: EM D HEM€ P DIV Y N BI CIHANŒNA REFERANDUMA KERK€K BERDEST BIK
Tarih: 19.11.2007 Saat: 15:36 Gnderen: Editor
|
|
Wezîrê kar û barên derve yên herêma kurdistanê Dr. Muhemmed Ihsan ragihand, ku komîteya bilinda maddeya 140 a destûra herdemîya Iraqê bi hevkarîya li gel komisyona bilinda hilbijartinê, dê berî sozê destnî?ankirî hemû pêdivêyên bi cihanîna referanduma kerkûkê û deverên dinên dabirrayî yên herêma kurdistanê berdest bike. Li angora ajansa Eswatuliraq jî, Muhemmed Ihsan daye xuyakirin ku dê arê?eya bajêrê kerkûkê bi referandumê bihê çareserkirin û biryar weha hatiye dan, ku di 31, 12 / 2007 de bihê encamdan.
Herweha jî, dê di heman demê de çarenivîsa parêzgeha kerkûkê û deverên dinên dabirrayîyên herêma kurdistanê bihê destnî?ankirin. Muhemmed Ihsan got: hukûmeta Iraqê alîkarîya me kiriye.. belê alîyên dinên rêvebirîyê yên fermangehên fermîyên nêv hukûmeta Iraqê rêzê li biryarên serokatîya encûmena wezîrên Iraqê nagirin.. ev jî bûye kelemek û dihêle ku kar û barên taybetî yên maddeya 140 bi sistî pêk bihên. Encûmena nûnerên Iraqê jî biryar da, ku pê?wazîya komîteya bilinda taybetî ya maddeya 140 bike û mêvandarîya wê li parliyamentê bike, da ku reporta xwe ya di evê bareyê de pê?kê? bike û pirsên hilawîstî bi hêminî û aramî bihên çareserkirin. PNA
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|