Olnasa navdar Helen Schungel-Straumann:Xweda ne mÍr e lÍ jin e
Tarih: 19.11.2007 Saat: 15:12 Gnderen: Editor
|
|
Încîla pîroz ji nû ve, ji awira jinan ve hate nivîsîn. Încîla nû ji 2500 rûpelan pêk tê. Li ser werger û ?iroveya "Incîla adîl", 50 oldar / olnas xebitîn. Xebat li ser încîla herî kevin hate kirin. Di dema wergerê de, be?ên bi pirsa jina ve girêdayî bû û kêm hatibû dîtin, ji nû ve hatine ?irovekirin û bi cî kirin. Cihên li dijî cihuwan bû, hatine serastkirin û di Încîlê de, kêmasiyên li ser edaleta civakî, hatine xurtkirin.
Încîla nû pi?tî ku ji çapê derket bû sedema niqa?ên cuda. Li gorî hinekan, naveroka xwe hatiye guhertin. Aliyê din jî Încîla nû weke hilmek e nû û erênî dibînin. Ji ber ku, di wergerê pê?î a ibranî û grekî de, têksta orîjînal bingeh nehatiye girtin. Di dema wergerê de hakîmiyeta mêran derxistine pê?, û jin nehatine dîtin. Weke mîsal, herdem qala 12 bawermend /hawariyên Mesîh tê kirin. Çi kes qala hawariyên jin nake. Lê dema mirov li nivîsên dîrokî dinêrê, tê dîtin ku bawermendên Îsayê Meyremayê, bi giraniya xwe jin bûn. Xweda ne mêr e lê jin eOldar /olnasa navdar Helen Schungel-Strumann li ser pirsê dîtina xwe wisa ye: Bandora mêra li ser civatê bi wergera nû hinekî hatiye kêmkirin. Têkçûna toreya ku, Xweda weke mêr tê dîtin, erênî ye. Lê ev yek têr nake. Di wergera nû de cî û rola jina kêm e. Ez bi xwe pisporê Ahîta kevnare me. Di nivîsên Tewrat û Zebûrê de, dema qala Xweda tê kirin, mirov dikare bi hêsanî bibîne ku, Xweda, bi gelek xisusiyetên xwe jin e. Ev aliyê Xweda di Încîla Adîl de nayê dîtin. Petrika Protestana Margit Buttnerê jî wisa nêzî pirsê dibe: Diyar e ku wergera nû dê niqa?ên bi sud bi xwe re bîne. Dema hebûna hawariyên jin bê pejirandin, dê ev yek bibe hilmek e nû û dêrên me dê bala gelek kesan bik?îne. Ev yek erênî ye. Rew?a DêraÎro li gelek deverên Ewropayê dêr bûne cihê serdana turîstan. Hejmara kesên têne îbadetê kêm dibe. Xelk, di dema modern de li bersivên zaniyarî digerin. Dema mafê jina bê pêlkirin, xutbe li ser bingeha hakimiyeta mêran hatibe avakirin, bersiv ji pirsgirêkên civatê re neyê dîtin, dêr û cihên weke dêran fonkisyona xwe a civakî winda dikin (Zarathustra News).
|