|
u an sitede, 23 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
DI R BERTŒYA SEROKATŒYA SEROK BARZANŒ DE CIVŒNA NORMAL YA BERPIRSYAR N TA € BŒR
Tarih: 18.11.2007 Saat: 13:05 Gnderen: Editor
|
|
Duhî li Selahedînê li baregehê polît biroya Partî ya Demokrata Kurdistanê , di rêbertîya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi amadebûna sekreter û endamên polît biroya Partî ya Demokrata Kurdistanê , civîna normal ya berpirsyarên ta û bîroyên navendî yên partiyê hate li darxistin. Di vê civînê de di despêkê deqîqeyeyke rêzgirtina li canê pakê ?ehîdên Partî ya Demokrata Kurdistanê û tevgera rizgarî xwaza gelê Kurdistanê serdarê hemûyan jî Barzaniyê nemir û Îdirîsê hertim zindî rawestiyan , pi?tre rew?a siyasî li ser asta Îraqa federal û deverê û cîhanê û rew?a nêvxweyî ya Partî ya demokrata Kurdistanê xistin berbas û lêkolînan...
Li dor alozî ya herî dawî ya nêvbera Tirkiyê û Kurdistanê , serok Barzanî tekez kir ku di wê pirsê de Kurdistan alî nebûye, ji ber ku pirsigrêk bi xwe pirsigrêkeke hundirîn ya wî welatî ye , herweha bal ki?and ser wê yekê jî ku serokatî ya Kurdistanê hertim bi pirensîpa çareserkirna pirsigrêkan di çarçoveya diyalogê û awayê demokratîk û a?tiyane re ye ne bi rî ya bikaranîna tundûtîjî û hêzên le?kerî re, dîsa siyaseta nemaytêkirn û nexistina destan û parastina berjewendî yên hevbe? û cîrantî ya çak û qenc tevî welatên cîran tekez kir ji ber ku her wek xiweya ye gelê Kurdistanê gelekî a?tîxiwaze û xiwazyarê garantîkirna mafên xwe yên rewaye bi rîya têk geh?tin û ji hevfêmkirnê , jiber ku ev gel bi xiwe hertim qurbanê destê zulim û sitem û terorê bûye. Di vê derbarê de civînê supasî yên xwe pê?kê?î tevaya cemawerê Kurdistanê û pê?mergeyên qareman û sazî û dezgehên partî û îdarî û kesatiyan kir ku di dema aloziyê de bi tamî hesta ni?timanî û berpirsyarî ya bilind bi erka ser milê xiwe zanî û helwîst û hevsozî ya xiwe nî?an da. Di alyeke din ê cvînê de têkilî yên Kurdistanê û hukûmeta federal ya îraqê xistin berbas û lêkolînan û takîd li ser wê yekê kir ku mafê gelê Kurdistanê di destûra hertimî ya Îraqê de hatiye diyarkirn û bi ronî jî tevî hukûmeta îraqê li ser mijaran lihevhatin çêbûne , loma pêwîste karên Kurdistanê jî wana qanûna petrolê û pê?merge û budce û madeya 140-ê di wê çarçoveyê de bêne pêkanîn ku hin gav jêre hatîne avêtin , lê belê hêjî astengî û kelem li ber pêkanîna wana hene. Jibo vê yekê jî serokatî ya Kurdistanê dê li ser dakokîkirn û tekezkirna xiwe berdewam be.Karên navxoyî yên Partî ya Demokrata Kurdistanê jî tewerê dawî yê civîna normal ya berpirsyarên ta û bîroyên navendî yên partiyê bû . Di vê derbarê de civînê bi erênî rew? nirxand tevî tekezkirna li ser pêwîstî ya bêtir ya pêkanîna erkan û pê?vebirna karubarên Partîtî li gorey vê qonaxa nazik. KTV
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|