GefÍn postalan li kolanÍn DiyarbekirÍ dengveda
Tarih: 15.11.2007 Saat: 21:56 Gnderen: Editor
|
|
Îro eskerên tirk ên dagirker bi singû û postalên xwe yên xwînî daketin kolanên Diyarbekirê û duru?mên gef û tehdîdên wan li Diyarbekirê olan da. Wan wek gurzên hesinîn ’gum gum’ li serî û mejiyê her diyarbekiriyekî didan: ”Tek ala, tek devlet, tek milet, tek ziman”, ”Ala danayê, welat dabe? nabe!”, ”?ehîd namirin, welat perçe nabe!”, ”Çi bextewerî ji wî re yê ku dibêje ez tirk im!”
Lê ev slogan, bi zingîniyek din di mejiyê diyarbekiriyan de ”gum gum” olan dida: ”Hûn esker in, hûn dagirker in û hûn barbartirînên tarîxa barbariyê ne”. ”Hûn qetilên kur û keçên me, xwi?k û birayên me, dê û bavên me ne!” ”Hûn hûn in û em em in, hûn dagirkerên welatê me, xwîniyên me ne! Hûn dijminê azadiya me ne.” Belê, îro roja 70 saliya ku Ataturkê tirkên dagirker hatibu Diyarbekirê bû, bi vê minasebetê eskeran merasimek li dar xist û ew bi potîn û singuyan li kolanên Diyarbekirê me?iyan. Ew di kolana Îstasyonê û Ekincilerê re me?iyan heta ber Anit Parkê hatin û di vê navberê de wan duru?mên jorîn ên qirêj ên dijminane avêtin, kîn nefret û dijminatiya xwe ya li hemberî gelê kurd bi her awayî dan der. Walî û fermandeyên eskerî yên plebilind di serê korteja dagirkeran de bûn. Em vê xeberê îthafî serokê PKK-ê Abbdullah Ocalan dikin ku “yek ala û yek dewletê” dixwaze û parlamenterên DTP-ê dawetî tirkîtiyê dike. Em herwiha îthafî PKK, KCK û DTP-ê dikin, em îthafî parlamenterên DTP-ê, bi taybetî Aysel Tuglukê dikin. Em vê xeberê ithafî, KADEP, HAK-PAR, TEVGER û hemû teferuatan dikin ku hê jî bi çêkirina malokan mijûl in. Em îthafî wan AKP-yiyan dikin ku xwe kurd dibînin. Em îthafî hemû kurdan dikin û dibêjin 'kumê xwe deynin ber xwe û piçekî bifikirin!' Tê ragiahndin ku bi sedan polîsên sivîl û le?ker jî ji bo paraztina me?a le?kerî tedbîr wergirtîye û zixm li derûdorê kirine ku ji le?keran re li çepikan bidin.NetKurd
|