 |
u an sitede, 31 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
|  |
?andeya hik?meta AmerÓkayÍ serdana serokÍ KurdistanÍ kir
Tarih: 10.11.2007 Saat: 09:06 Gnderen: Editor
|
|
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê duhî li havîngeha Selahedînê pê?wazî li Ryan Croker sefîrê Amerîkayî yê li Îraqê û ?andeya pê re ku ji Robin Gishsri alîkarê wezîra derve bo karûbarê aborî, David Starfeild sazkarê karûbarê derve yê Iraqê û rawêjkarê mezin ê wezareta derve û balyoz Karks Resef pêkhatibû, kir.
Di civînekê de gelek mijarên giring û aktuel mîna; rew?a emnî ya Îraqê, ew pê?veçûnên di warê emnî de li Bexda û Rimadiyê çêbûne, ew qanûnên di çend mehên borî de ji aliyê komîteya pêncalî ku pêkhatiye ji Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekêtî Ni?timanî Kurdistan, Partiya Dawe ya Îslamî, Konseya Bala ya Îslamî û Partiya Îsalamî ya Îraqê amadakiribûn, û niha ew qanûn li perlemantoya Îraqê ne û li benda pesindkirinê ne, hatin gotûbêj kirin. ?andeya mêhvan daxaz ji serokê Kurdistanê kir ku ji bo pesindkirina wan qanûna zêdetir bixebite. Di be?eke din ya civînê de behsa peywendiyên navbera hikûmeta Amerîkayê û Îraqa federa di demna niha û pa?erojê de kir. Herwesa bi dûr û dirêjî behsa problema navbera Tirkiyeyê- PKK ê û herêma Kurdistanê – Tirkiyeyê kir, û ?andeya amerîkî sipasiya hewlên Barzanî kir bo azadkirin awan 8 serbazên le?kerê Tirkiyeyê. Her li dor vê mijarê ?andeya hikûmeta Amerîkayê destxwe?î li Barzanî kir bo danan (Odeya Emeliyata) ji bo çavdêrîkirina pirsên sînorî li gel Tirkiyeyê û ji bo ew pirsgirêk bi awayekê hêmin û bi a?itî bê çareser kirin. Siyaseta dweletên cîranên Îraqê û miamila wan bi rew?a Îraqê re mijareke din ya cuvîna navbera serokê Kurdistanê û ?andeya hikûmeta Amerîkayê bû.
|
|  |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|