Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 9 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


DIV  TIRK›Y  DEV JI ?ER €  RI? N XWE Y  L› HEMBERŒ NETEWEYA KURD BERDE… (*
Tarih: 05.11.2007 Saat: 12:54 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Civîna Meclîsa TEVKURDê ya 3-emîn di 27- 28. 10. 2007  de bi rojeveke dewlemend û gelek girîng pêk hat. Meclîsê encama minaqe?eyeke dûr û dirêj biryar da ku mijarên li jêr bi reya gi?tî re parva bike.

I- Li ser xebat û rew?a siyasî ya TEVKURDê ji aliyê berdevik û sekreter de agahdarî hat dayin. Ji aliyê rêxistinîkirina TEVKURDê de li ser rew?a welêt û li ser rew?a dervayî welêt hat rawestandin. Li welêt, avabûna unîteya herêmî ya li Îzmîrê û Stenbolê hat nirxandin. Daxuyaniyên ku di derbarê van unîteyan de berçav hat kirin. Ev gavên ji aliyê rêxistinî de li welêt hatibûn avêtin êrinî hatin nirxandin. Ji ceraibandina van avakirina unîteyan derket holê ku li Kurdistanê û metropolê uniteyên din yên herêmî ava bibin. Pêwendiya bi HAK-PARê û Demokratên ?ore?ger/CIWAN-KURD re hat nirxandin. Hat tespît kirin ku ew jî daxîl, bi hemû rêxistinên sivîl/siyasî û grubên siyasî yê kurd re pêwendî pê?va bê xistin. Li dervayî welêt jî, gor plana ku hatiye pê?kê? kirin civîn, bi awayekî din, ji bo modela rêxistinî ya TEVKURDê li Ewrupayê tespît bibe, rêxistin li dervayî welêt ava bibe, pê?niyar b3n girtin. Kadroyên siyasî jî be?darî pêvajoya TEVKURDê bibin.II- Bi taybetî li ser rew?a siyasî ya awarte li Tirkiyeyê û Kurdistanê û Rojhilata-Navîn hat rawestandin. Di vê xalê de hemû endamên meclîsê yên be?darî civînê bibûn, him di merheleya ?irovekirinê de û him jî di merheleya ku “gelo li hemberî êri?ên Tirkiyeyê çi bê kirin?” axiftin kirin, bîr û reyên xwe diyar kirin.    Bi yek dengî hat diyar kirin ku êri?a dewleta tirk li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê û tevgera Bakurê Kurdistanê ye. PKKê sedema esasî û stratejîk nîne.  Dewleta tirk, pi?tî ku Dewleta Federal ya Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê ava bû, ev siyaseta xwe ya dîrokî û edetî gor ?ertên nû bi awayekî nû me?and. Me?ruiyeta Dewleta Federal ya Iraqê ji mecburîyetê nas kir, lêbelê me?ruiyeta Herêma Federe ya Kurdistanê ji aliyê huquqî de nas nekir, bi serokên Kurdistanê û Hukumeta Federa ya Kurdistanê re dijberî kir, gelek a?kere diyar kir ku dema ku li Kerkûkê referandûm pêk bê û Kerkûk bi Herêma Federe ya Kurdistanê re bê girêdan, dê wê demê Ba?urê Kurdistanê dagir bikin, dê Herêma Federa ya Kurdistanê hilwe?înin. Ev siyaseta ?erê gi?tî yên rojên dawî bi tezkereyê hatiye îlan kirin, encama vê siyaset û stratejiya dewleta kolonyalîst e.    Endamên meclîsê pi?tî ev tespîtên hevbe? û stratejîk li hev  kir, biryar bi yekdengî hat girtin ku li hemberî ev siyaset û starejiya dewleta tirk û ?erê gi?tî bê rawestandin. Ji bona vê jî, di navend û çerçoveya berjewendiya neteweyî de bi hêz û rêxistinên sivîl û siyasî yên Kurdistanê, bi c?vata kurd re hevkarî û yekîtî pêwîst pejirand.    Ji bona ku li hemberî siyaseta dewleta tirk bê têko?andin, gelek pê?niyar hatin kirin. Ew pê?niyaran wek: 1- Li kolanê civîneke kîtlewî ya çapemenî, 2- Xwepê?andin, 3- Me?, 4- Grêva birçîbûnê, 5- Protestoya rûni?tinê, 6- Konferansek an jî civîneke gi?tî ya salonê, 7- Bi Hukumet û serokên Kurdistanê re danûstandin, an jî name ?andin, 8- Qempenyaya îmzaya belavokan, civînên qehweya û parkan, 9- Deqîqekê lambe temirandin, 10- Bi ciwanên kurd yên ku li hemberî siyaseta Tirkiyeyê refleksa neteweyî nî?an didin re danûstandin, 11- Li Kurdistanê û metropolê komîteyên parastinê ava kirin…    Pi?tî mainaqe?eyên kûr û dirêj, biryar hat girtin ku Meclîsa TEVKURDê li kolanê li ber AZC Plazayê civîneke çapamenî ya kîtlewî bi dar xe. Xewpê?andanekê organîze bike, ji bona vê bi hemû hêz û rêxistinên sivîl û siyasî yên Kurdistanê re danûstandin bike, xwepê?andinê bi hev re organîze bike. Heger hêzên kurdan vê yekê nepejirîne, bi serê xwepê?andekê organîze bike.  Meclîsa TEVKURDê di 31. 10. 2007-an de li kolanê bi kîtleyeke girseyî civîna çapemenî bi dar xist, êri?a dewleta tirk ya li ser neteweya kurd û Herêma Federe ya Kurdistanê protesto û rûre? kir.      Ji bona xwepê?andinê konferansê, çalakiyên din bi hemû terefên kurd re danûstandinan dest pê kir. Ew xebata bi firehî tê domandin.  III- Girêdayî agahdariyên bi devkî û niviskî biryar hat girtin ku: 1- Komîteya Rêvebir li Entebê, Merdînê, li bajarên din, bi riya endamên TEVKURDê civînan bi dar xe û unîteyên herêmî ava bike, 2- Beriya kongreya awarte ya destûrê ji bo rêxistinîkirina TEVKURDê li Ewrupayê û modela rêxistinê pê?niyar û nerînên kadroyên siyasî yên alîgirên TEVKURDê bê girtin, Komîteya Rêvebir ya TEVKURDê ji bona vê xebata xwe xurt bike, hewildana xwe pê? bixe, planeke nû ya xebatê bime?îne.IV Rew?a Komîteya Rêvebir û komîsyonên hatine ava kirin ji ber çav derbas bûn, li ser kêmasiyan wan hat rawestandin. Pê?niyar hat kirin ku dema ku Komîteya Rêvebir kêmasiyên xwe ji holê raneke, di Civîna Meclîsê ya  bê de li ser guhertina Komîteya Rêvebir bê rawestandin. Komîsyonên hatin ava kirin, dest bi civînê xwe bikin, xwe ji alî teknikî de rêxin, gor wezifeyên xwe karên xwe di çarçevoke planekê de bime?înin.       Ji bona ku organên TEVKURDê û endamên wê çalak, afirandî û înîsyatîfgir bin, rew? hat ?irove kirin,  di derbarê vê pirsê de pê?niyar  û fikir hatin pê?kê? kirin.    Ji aliyê Meclîsê de hat pê?niyar kirin ku beriya civîna meclîsê mitlaqa Civîna Komîteya Rêvebir bê bi darxisitin. Di wê civînê de Civîna Meclîsê ji bona ku serkeftî be, plan û proje pêk bîne.VI- Li ser Kongreya awarte ya destûrê ya TEVKURD hat rawestandin, biryar hat girtin ku kongre di  navbeyna dawiya Çiriya pa?în û 15ê Sibata 2007-an de bê bi darxistin.VII- Meclîsa TEVKURDê, endametiya MESOPê hat pejirand. Hat dest nî?an kirin ku ew ji bo Meclîsa TEVKURDê endemekî pê?niyar bikin.  VIII- Meclîsê, rew?a endametiya Lokman Polat û Medenî Ayhan û Alî?an Mercan ji çav derbas kir û girêdayî sedemên cihê dawîanîna endametiyên wan kir biryar.IX- Biryar hat dayin ku TEVKURD bûltenekê biwe?îne û Komîsyona çapemenî ji bo bûltenê wezîfedar be.X- Pirsa yekîtiya partiyeke yasayî êrinî hat pejirandin. Hat diyar kirin ku wek dezgen û tevgera yekîtiyeke neteweyî TEVKURD, raste rast ne muhatabê vê xebatê ye. Lê endamên TEVKURDê azad in ku di wê xebatê de bi azadî cîh bigrin. XI- Pê?niyara ku ji aliyê endamê meclîsê Fehîm I?ik de di derbarê DTPê de hatibû kirin: Hat ?irove kirin, ji bona ku pê?niyereke konkret/diyar nehat pejirandin, di derbarê pê?niyarê vê de biryarek nehat erê kirin. XII- Li ser Newroza-2008-an û Hilbijartinên Herêmî rawestandin, zû hat pejirandin, ji rojevê hatin derxistin.XIII- Civîna Meclîsa TEVCKURDê ya 4-emîn dê di 5-6. 01. 2008-an de pêk bê.                                                                 MECLÎSA TEVKURDÊ
 
 (*) Daxuyaniya Civîna Meclîsa TEVKURDê ya 3-emîn  

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur