|
u an sitede, 29 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
DaxwaziyÍn EU ji bo endametiya TirkiyÍ
Tarih: 30.10.2007 Saat: 14:25 Gnderen: Editor
|
|
Yekîtiya Ewropayê-EU di 6 ê sermawêzê de, dê rapora pê?ketinê a Tirkiyê diyar bike. Bi raporê ve girêdayî, "belgenameya tevlîbûnê" jî dê bê belav kirin.
Bendên belgenameyê ji daxwaziyên EU pêk tê. Dema Tirkiyê wan bendan bi cî bîne dikare endametiya wê aktuel bibe. Belgename ?iklê xwe yê dawî wernegirtiye. Lê be?ek ji daxwaziyên EU di çapemeniyê de belav bûye. Daxwaziyên EU ji Tirkiyê ev in:- Têkiliyên erênî bi welatên cînar re pêk bînin. Pirsên sînoran bi rêya a?itiyê çareser bikin.- Bi ?êweyekî ku kurda jî hemêz bike, fersendên hemwelatiyê bi hêz bikin.- Sîstema parêzvaniya gunda anku "köy koruculu?u" ji holê rakin.- Hêza radyo û tv yên ku bi zimanê kêmnetewan we?anê dike, xurt bikin.- Mafê kêmnetewan, di çarçoveya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê garantî bikin.- Divê artê? ji siyasetê dur bê xistin. Pêwîst e artê?a Tirkiyê destê xwe dirêjî nava pirsên polîtîk neke. Divê rê li ber bê girtin.- Ewlekariya xwe ?efaf bikin.- Ji bo kirina mesrefên parastinê, çavdêriya meclîsê bikin ?ertek esasî.- Serxwebûna darazdaniyê pêk bînin.- Mafê azadiya hizirkirinê bikin mafekî hiqûqî. Rew?a mehkûmên hizirkirinê ji nû ve kontrol bikin, serast bikin.- Kibris jî di navde, rew? û têkiliya xwe bi welatên endam re ba? bikin. Rapora pê?ketinê çiyeKomîsyona Ewropayê rew?a Tirkiyê a endametiya Ewropayê raçav dike û pê?ketina salekê rapor dike. Di wê salê de kêmasiyên Tirkiyê dihêne zimên û wezîfeyên Tirkiyê dihêne bîra wê (Zarathustra News).
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|