Kurd, teko?er ? wÍjevanekÓ xwe yÍ din jÓ wendakir
Tarih: 11.10.2007 Saat: 18:57 Gnderen: Editor
|
|
Romannivîs û wêjevanê Kurd Birêz Mihemed Uzun, îro (11.10.2007) saat 11.05an de li nexwe?xaneyê Amedê jîyana xwe ji dest da. Malbata Uzunê, nêzî sibê saat 03.00an de ji ber nerehatiya wî ya pençe?erê Uzunê carekî din rakirine nexwe?xaneyê. Lê mixabin, dilê Uzunê ev darbeya dumahî ranekiriye û vê sibê sekinîye.
Mihemed Uzun, di hemû dirêjahîya emrê xwe de, her dem di nav teko?îna azadîya gelê xwe de bû; li pêy azadbûna Kurda bû. Ew, di destpêkê de wekî dilxwazekî azadîyê kar û barên xwe yên rojnamegerî domand. Kete zîndanê, î?kence û teda dît û dû re wekî gelek Kurdan mecbûr ma, jîyana xwe yê mayî di surgunîyê de domand. Lê dilê Mihemed Uzunê, daîm di welatê xwe de bû. Xwe tu car malê surgunîyê nehasiband. Destpêkir, bi qelemê xwe ve pê?îya gelê xwe ronî kir. Bi berhemên xwe yên hêja, bi romanên xwe yên bêhempa gelê xwe ?îyar kir.Vê car jî nexwe?îya xopan lê bikeve, nexwe?îya pençe?erê kete bedena wî. Ew, çawa li hember zordaran berxwe dabû, weha jî li hember nexwe?îya pençe?erê berxwe da. Serê xwe li nexwe?îyê jî netewand. Her weha biryar da ku jîyana xwe ya mayî li welatê xwe, li Amedê bidomîne. Ji surgunîyê vegerîya û carekî din hat axa bav û bapîrên xwe, axa welatê xwe...Axa welatê wî, jê re bû hêza berxwedanê. Yên jê re digotin çendekî emrê te mayî, xwe eciz neke, li Swêdê bijî û tedawîya xwe bidomîne, guhdar nekir û bi hêza Amedê, bi hêza axa welat ew emrê xwe yê çendekî dirêj kir. Ev nêzî du sal e ku Mihemed Uzunê teko?erê wêjeya Kurdî li Amedê dijîya.Lê sed car, hezar car mixabin, hêza bedena wî têrî jîyana wî ya birûmet nekir. Îro ji nav me koç kir.Em wekî Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî (KÜRT-KAV), ji ber wendakirina Mihemed Uzunê, gelek xemgîn in. Tu peyv têr nake ku em vê xemgînîyê xwe îfade bikin.Bila serê hemû gelê Kurd sax be.Bila serê hemû azadîxwazên dinê sax be.Bila serê hemû wêjevanên dinê, hemû romannivîsên dinê sax be.Bila serê dost û malbata wî sax be. Rêvebirîya Gi?tî a Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî (KÜRT-KAV)
|