BeradayÓtiya zilamekÓ hÓÁ ? p?Á, piyonÍ militarÓzma showenÓst
Tarih: 04.03.2007 Saat: 16:38 Gnderen: Editor
|
|
Demên dawî de li beramber gelê Kurd dijminatiyek bêendaze ji aliyê nawenda tirkên militarist tê kirin. Gelê Kurd, kêmnetewayên dî, kesayetî û grubên netirk li Tirkiyê bi shêweyek ashkere weka hedef têne destnishankirin. Ji layan tirkên showenîst propagandayek tund û xeter tê kirin, ew dixwazin ji xelkê xwe re bidin qebulkirin, ku qasho perçebuna Tiriyê di rojevê de ye û ew divê pêshiya wî bigrin.
Ev hêzên hanê, Kurdistana bashur û serokayetiya wê wek hedef hilbijartine. Gava ew hêrishên xwe dibin ser destkeftinên bashurê Kurdistan, jibona nawenda propagandaya xwe, çarçoweya bajarê Kerkuk û referanduma wî bajarî, esas girtine. Hedefa herî mezîn ya tirkperestan ewe, ku bi hemu hêzên xwe pêshiya prosesa dewletbuna Kurda bigrin. Li batî ku elîta brokratik û siyasî ya Tirk, bikeve nav hewldanên ashîtî û lihevhatinê ligel miletê Kurd, ew dikevin xizmeta hêrishkariyên showen, militarist û herweha dibin alet jibona her cure dijminayetiyê.? Iro medeniyet û modernizm li seranserê cîhanê belav dibe, lê mexabin li Tirkiyê siyaseta dewlet ya ku li ser redkirina miletê Kurd ava buye, hê jî di rojevê de ye û tim û tim tê tercîhkirin. Mexabin, ev buye prensîb û stratejî jibona siyasetmedarên Tirk.? Iro li Tirkiyê, cure dijminayetiyek nu ket nav karwana hêrishên showenîstan. Serokê gishtî ya ANAP Erkan Mumcu ji edeb derket û zimanê xwe dirêjî serokê Kurdistanê birêz Mesud Barzanî kir. Bash tê zanîn, ku Erkan Mumcu li Tirkiyê bi pishtewaniya kî siyaset dike. Herkes dizane, ku ev kabra buye piyonê siyaseta tirkayetiya militarist. Ev kabra, çi xudan derbazbunek siyasî, çi jî di nav civakê de xudan giraniyek e. Ev kabra hemu qeweta xwe ji hêzên leshkerî digre, ên ku xwe xwediyê gelê Tirk û dewleta Tirk dihesibînin. Hîç feyde nîne, ku mirov prensîb û ferhenga siyasî hinê kabrayek wek Erkan Mumcuyê bike, ji ber ku ew û pishtevanên wî dijminatiya gelê Kurd ji xwe re kirine adet, kar û armanc. Em vî bêehlaqiyê bi tundî tawanbar dikin û gotinên wî iadeyê shexsê wî dikin!Gelê Kurd, bêehlaqiya kabrayêk wek Erkan Mumcu, piyonê militarizmê bi lîbasên medenî, ji hafiza xwe dernaxe!?Bersiva herî bash ji bona Erkan Mumcu ewe, ku shensê tanzîma ANAP'ê li Kurdistan nemîne, tabloyên wî bêne xwar, û ew ligel hêzên Militarist tenê bi tenê bimîne.Em bangê wan Kurdên bi sheref dikin, ên ku bi curekî di nav ANAP' ê mane, helwesta bêehlaqiya Erkan Mumcu tawanbar bikin û terka partiya wî bikin.
Ev Helwesta dijminane û bêferhengî ne bes tenê heqarete li dij gelê Kurd û serokê wî, ev herweha Tirkiyê û gelê Tirk ji civaka medenî ya cihanê jî dur dike.
Em hêvîdarin, ku hêzên lîberal û demokrat li beramber vî bêehlaqiyê helwesta xwe diyar bikin, jibona ku dijminayetî nekeve nav miletên Kurd û Tirkan. Em rast nabînin, ku dijminayetî di navbera Kurd û Tirkan de kur bibe. Em dîsan bang li hemu hêzên demokrat û lîberal dikin, ku bersiva bêehlaqiya Erkan Mumcu bête dayîn. 24.02.2007PDK-bakur, PSK, PWDK
|