|
u an sitede, 29 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
NÍÁÓrvan BarzanÓ:'' Qan?na petrolÍ ya KurdistanÍ di ÁarÁoveya dest?ra IraqÍ de y
Tarih: 08.08.2007 Saat: 07:47 Gnderen: Editor
|
|
Nêçîrvan Barzanî:" Derketina vê qanûnê li dijî kesî nîne û berevajiya qanûnên Bexdayê jî nîne. Ev qanûn di çarçoveya destûra Iraqê de ye û bo gelê kurd gelek girîng e ji ber ku yekem car e kurd dibe xwediyê samanê xwe."
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê samanên sirû?tî yê herêma Kurdistanê A?tî Hewramî îro li civata wezîran ya Kurdistanê, di derbarê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve pejirandina qanûna petrolê ya Kurdistanê, civîneke çapemeniyê saz kirin.Di destpêkê de Barzanî girîngiya vê qanûnê xiste rû û bo keda wan a ku di derxistina vê qanûnê de dayine, spasî serokê parlamentoyê, parlamenteran, wezîrê dadê kir. Nêçîrvan Barzanî got:" Derketina vê qanûnê li dijî kesî nîne û berevajiya qanûnên Bexdayê jî nîne. Ev qanûn di çarçoveya destûra Iraqê de ye û bo gelê kurd gelek girîng e ji ber ku yekem car e kurd dibe xwediyê samanê xwe."Pi?tre A?tî Hewramî behsa qonaxên qanûna petrolê û çend hêlên girîng ên projeyê kir.Her weha Hewramî di derbarê kêmbûna nêrîn û pê?niyarên lijneya qanûnî li ser projeyê de bersiva pirsa Kursat ê da û got:" Gotûbêj berê hatibûn kirin lê çûna derveyî parlamentoyê ya lîsteya keskê gaveke ba? bû bo ba?tir xwendina projeyê û têgihi?tina endamên parlamentoyê li ser hemû projeyê ku ji ber wê yekê gelek guherîn tê de hate kirin." Pa?e jî serokê hikûmeta herêmê di çend mijaran de bersiva rojnamenivîsan da.Di heqê serdana Malikî ya Tirkiye jî birêz Barzanî got:" Bo çareserkirina arî?e û probleman ev serdan normal e. Malikî berî ku biçe Tirkiye peywendî digel me danî û gotûbêjên me digel hikûmeta Iraqê dom dikin."Di mijara taloqbûna madeya 140 de serokê hikûmetê got:" Arî?e li aliyê cîgirê serkomar Tariq Ha?imî ye lê ji aliyê xwe ve serkomar Celal Talebanî hewl bo bicihanîna vê madeyê dide." Her weha Barzananî ragihand ku divê arî?eyên navbeyna Tirkiye û Iraqê bi diyalogê bên çareserkirin çimkî Iraqê welatekî xwedî serweriya xwe ye. Di mijara hinartina hêza pê?merge bo parêzvaniya boriyên petrolê û trafoyên elekrîrîkê ên derdora Kerkûkê jî birêz Barzanî got:" Hinartina hêzên pê?merge ne li dijî kesî ye berevajî tevî parastina tora elektîrîka nî?timanî, garantiya ewlekarî û parastina boriyên petrola navbera Bêcî-Kerkûkê ye. Di vê mijarê de em çaverêya biryara dawiyê ya Bexdayê ne."çavkanî: PUK Media
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|