|
u an sitede, 37 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
HEVAL € DOST N H JA,
Tarih: 18.03.2007 Saat: 06:43 Gnderen: Editor
|
|
Emê Newroza 2007-an jî li hemû be?ên Kurdistanê di ?ertên taybetî de pîroz bikin. Li Ba?urê Kurdistanê gelê me di ?ertên azadiyê de û di ?ertên avayiya federe de, di bin desthilatdarî û serwerîya xwe de dê pîroz bike. Hezar mixabin li be?a Bakurê Kurdistanê, li be?a Rojhilata Kurdistanê û li be?a Rojavayê Kurdistanê gelê me newroza xwe, di bin nîr û bandora kolonyalîzma dewleta tirk, îranî û ereb de, ji hemû mafên xwe yên kesayetî û grubî yên neteweyî bê par, dê derbas bike.
Helbet di sedsala 21-an de ev yeka ji bona me divê him bibe xemginiyek û him jî bibe dersek. Em ba? dizanîn ku Newroza 2007-an bi wesîleya referandûma Kerkûkê ji bona neteweya kurd/me li her be?ê xwediyê taybetmendiyekê ye. Lewra ev sala di dilê hemû kurdan de çi li welêt û çi jî li derveyî welêt, SALA KERKÛKê ye. Ji bona vê divê em di Newroza 2007-an de jî Kerkûkê bixin rojava xwe, ew xeteriyên li hemberî Kerkûkê ji aliyê dewletên kolonyalîst û bi taybetî jî ji aliyê dewleta tirk de tên rojevê berteref bikin, hewil bidin; ruhê ku ji Kerkûkê re xwedî derkeve xurt bikin. Li Kurdistanê Newrozê, him di ?ertên azadiyê de û him jî di ?ertên zehmet de dê pîroz bibe… Helbet gelê me li Tirkiyeyê, li Îranê, li Suriyeyê ji bona ku azadî û rizgariya xwe qezenç bike di nav têko?îneke bêhempa de ye. Li Îranê û li Suriyeyê guhertina desthilatdariyê û statûya siyasî di rojevê de ye. Li Tirkiyeyê jî ji bona ku gelê me mewziyên nû qezenç bike derfetên nû derketine holê. Hezar mixabin ew mentalîteya me ya dema ?erê ser, mentelîteya me ya di sewiyaya e?îretiya siyasî de heyî, di pirsa rêxistina neteweyî û yekîtiyê de negihî?tiye merheleya neteweyîbûnê de, ji bona vê em ew derfetên heyî nikarin bi kar bînin; li hemberî dewleta tirk bibin alternatîfekê. Bila Newroz ji bona we û malbatên we û gelê me pîroz be. Ez hêvîdar im ku Newroza 2007-an ji bona îslah û perwerdiya me ya nû bibe platformekê. Ji bona azadiya neteweya kurd û ji bo rizgariya Kurdistanê bibe rojeke têko?înê û gaveke nû ya hêja. Bimînin di xêr û xwe?iyê de. Kurdistan/Amed, 18. 03. 2007 ÎBRAHÎM GUÇLU
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|