The Economist:Armanca operasyonÍ tÍkbirina desthilatdariya Ba??rÍ Kurdistan e
Tarih: 23.06.2007 Saat: 13:59 Gnderen: Editor
|
|
Kovara Economist ya navdar ya Birîtanyayê, di derbarê hewldana artê?a Tirk ya operasyoneke le?kerî ya li dijî herêma Ba?ûrê Kurdistanê de diyar dike ku armanca operasyoneke bi vî rengî, hilwe?andina desthilatdariya Kurdan ya li Ba?ûrê Kurdistanê yê.
Li gor ku ji aliyê rojnameya Zaman ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, Kovara Economist ya Birîtanyayê, di vê hêjmara xwe ya dawî de bi ?êweyek berfirah cîh daye hewldana artê?a Tirk ya operasyoneke le?kerî ya li dijî herêma Ba?ûrê Kurdistanê. Kovara Economist diyar dike ku armanca operasyoneke bi vî rengî, hilwe?andina desthilatdariya Kurdan ya li Ba?ûrê Kurdistanê yê. Kovar, herweha destnî?an dike ku di navbera Kurdên bakûr û yên ba?ûr de dest bi pêwajoya yekîtî û hevkariyê hatiye kirin jî. “?er û nakokiyên navbera PKKê û partiyên Ba?ûrê Kurdistanê, ji holê rabûne”Kovara Economist, di derbarê pêkanîna wexta operasyonê de jî, îdîa dike ku artê?a Tirk,ji niha ve haziriyên xwe dike û wê pi?tî pêkanîna hilbijartinên li Tirkiyê, îhtîmalek mezin dest bi operasyoneke le?kerî ya li dijî herêma Ba?ûrê Kurdistanê pêk bike. Nûçegîhanê kovarê ku demek berê serdana bajarên bakurê Kurdistanê yên wek Amed, Êlih û her wek din kiriye, diyar dike ku ew ?er û nakokiyên navbera PKKê û partiyên Ba?ûrê Kurdistanê, ji holê rabûne û di ?ûna wan pirsgirêk û nakokiyan de dostanî û hevkariya Kurdên bakur û yên ba?ûr pêk hatiye. “Yekem care e ku Kurdan nêzîkî li Kurdistanek serbixwe kirine”Kovar, herweha bal dik?îne li ser helwest û nerazîbûna Kurdan ya li dijî operasyoneke le?kerî û weha dom dike; “Kurd, êdî ne Kurdên berê ne û herweha dem û wext jî hatiye guhertin. Kurd, êdî ji ?er û pevçûnên navxweyî pirrtir, di nav hewldanê de ne ku li her derî, yekîtî û hevkarî pêk bînin. Kurdên Ba?ûr ku pi?tgirî û alîkariya Emerîkayê jî dane pi?t xwe, yekem care e ku ji her wextî bêtir nêzîkî li Kurdistanek serbixwe kirine.”“Erdogan, dengên Kurdên bakur ji dest nerevîne, niha operasyonê red dike”Kovar, diyar dike ku Generalên Tirk, avakirina Kurdistanek serbixwe ya li bakurê Iraqê, li dijî hebûna Tirkiyê wek tehdît dibînin û weha dom dike; “Ji ber vê yekê ye ku armanca eslî ya operasyoneke le?kerî ya li dijî herêma bakurê Iraqê, têkbirina destkeftî û hilwe?andina desthilatdariya Kurdan ya li Ba?ûrê Kurdistanê yê. Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo di hilbijartina 22ê Tîrmehê de dengên Kurdên bakur ji dest nerevîne, di vê pêvajoyê de pêkanîna operasyonê red dike û dixwaze bimîne pi?tî hilbijartinê.”
|