Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 38 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


BIBŒRANŒNA 104 SALŒYA JIDAYŒKB€NA BARZANIY  NEMIR
Tarih: 11.03.2007 Saat: 15:59 Gnderen: Editor

PHP-Nuke
Marûf Yilmaz/BARZANÎ zanîna neteweyî û avakarê tevgêra Kurd û Kurdistanê bi xwe ye, ew mêrê mêrxas e. Ew sembolê Kurdistanê, ew qehremanê dîroka teko?îna serxwebûna neteweyê Kurd û zanîna wî ye. Sembolê dîroka me, GENERAL BARZANÎ di sala 1903an ji dayîka xwe bûye û di sala 1979ê de çû ser dilovaniya xwe, ber bi gulistanê ve, di dilê wî de kombûna neteweyê Kurd û hêviyên salan, di pa?îlên wî de tecrûbeyên salan, di destên wî de gul û sosinên rengîn digel hêviyên mirovane û jiyaneka têr û tijî, ew jiyana wî; Kurdistan bi xwe ye.

Pi?tî mirina BARZANÎ êdî wêne, peyv, huner û tabloyên dîrokî dipeyvin. Wêneyên wî, tablo û fotografên dîrokî, bi xwe vejandina miriyan e, yanê vegera miriyan; nemiriya Kurd û Kurdistanê û mirovahiyê ye. BARZANÎ nemirina Kurdistanê û dengê wê demê û dema niha ye. Ewî tovên azadkirina Kurd û Kurdistanê re?andiye, her sal li dûv hev, ew tov (toxim) di nav mêrg, newal, de?t û bestên Kurdistanê de hê?în dibin, gul û kulîlk vedibin, dibi?kifin û dilên keç û xortên Kurd ?a dikin.

Di jiyana BARZANÎ de gelek caran rojên giran qewimîne, gelek caran bûye re?ebayî, bobelîsk, tofan û baran. Di rojên giran de BARZANÎ, ji bo rojên oxirmê giran, ji bo xîret û namûsê, axa Kurdistanê paraste û ew bû efsane.

Gelek caran dijminan li ser Kurdistanê ve girtine, gelek caran mêrkuj û xwînrêjên mîna Saddam Huseyn, berê jî mîna Cingisxan, Ayatola û Mayatola Kurd û Kurdistan kirine nav agir û alavan, talan û tajan kirine, Kurd ku?tin, lê welatê Kurdan ji wan re ne bû welat. BARZANÎ Kurdistan parast û ji bo azadî û rizgariya wê, di kolanên re? û tarî re, di rew?ên zor û dijwar re bê tirs derbas bû.

Hin lehengên mezin hene, ne ku tune ne: Qazî Mihamed, ?êx Seîdê Pîranê, Seyîd Riza, Elî?êr, Însan Nurî, Nurî Dêrsimî...Ji bilî van lehengan jî, bi hezaran lehengên din hene. Lê BARZANÎ xwediyê taybetmendiyên bi serê xwe ye. Felsefeyek û meyleka Wî heye, ku wî daniye. Xwedîderketina li rêbaza (rêça) û BARZANÎ Barzanîperestî (kultledare) du peyvên cuda ne.

Di civînekê de gotina BARZANÎZM hat munaqe?ekirin. Ji aliyê zaniyariyê ve BARZANÎZM rast e. Çimkî em dibêjin rêça BARZANÎ. EM dê rêça BARZANÎ bi çi bi nav bikin?

Çend merheleyên girîng di jiyana Barzanî de hene, ew jî ev in:

Beriya sala 1940î û ta sala 1940î. Salên Komara Mihabadê, 1946. Çûna BARZANÎ ya Yekitiya Sovyetê digel pê?mergeyan, Me?a Mezin, 1947. Vegera BARZANÎ ji Sovyetê û lidarxistina ?ore?ê, 11 Elûna 1961ê. Salên 1970î -1975ê salên girîng in. (Reyalîzm di jiyana BARZANÎ de bilind dibe). Peymana Cezayîrê, 1975ê. Sala1979ê 1 Adarê çû ser dilovaniya xwe, çû rehmeta Xwedê. Di vê qonaxê de bayekî germ yê sosyalîzmê ser siyasetmendarên Kurdên Bakur ve hat. Lê mixabin ev ba ji aliyê çepên serdest ve xwe dirêjê siyasetmendarên Kurd dikirin, bayekî biyanî bû. Xwediyên wî bayî bi bîr û baweriyên pûç û vala ve serê xortan tijî dikirin, çavên wan digirtin, berê wan dide dijî BARZANIyê nemir.
Siyaseta BARZANÎ di derûberê Yekitiya Neteweyan(FN), Yekitiya Ewropayî û Amerîkaya Yekbûyî de jî hevdem û nûjen bû û ji dewletên mezin jî ne kêmtir bû. Bi taybetî rola Barzaniyê nemir ji bo damezrandina Komara Mihabadê û pêywendiyên herdu nemiran BARZANÎ û QAZÎ MIHEMED divê bibe misalekê ji bo hevgirtî û pi?tgiriya tevgêra Kurd li hemû be?ên cuda yên Kurdistanê.

Em, sedsaliya jidayîkbûna BARZANÎ û herwisan jî, damezrandina Komara Mehabadê, Dewleta Federal a Kurdistanê pîroz dikin û bi vê minesebeta hêja silavên xwe yên biratiyên pê?kê?î malbata BARZANÎ û serokatiya Partiya we-PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTAN-IRAQê dikin. Damezrandina Komara Mihabadê, di pê?kê?iya PDK´ê û pê?ewaziya Qazî Mihamedî de destketineka dîrokî bû ji bo tevgêra rizgarîxwaziya gelê Kurd. Herwisan Komara Mihabadê sembolekê ya hevgirtî û yekitiya neteweyê Kurd bû.

Em careka din bi minesebeta vê tevgêra dîrokî ya mezin silav û pi?tgiriya xwe di kar û xebata partiya we de diyar dikin û herweha serketina we dixwazin.

Silav ji bo hemû endam û hevalbendên partî û silav ji bo gelê Kurd yên Ba?ur, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê re.

Rojên serkeftina neteweyê Kurd nêzik in. Ew dê welatê xwe rizgar bike, bigihîje azadî û yekitiya neteweyî û civateka pirdengînî (pluralîst) saz bike.

Em ji dil û can, sedsaliya GENERAL BARZANÎ pîroz dikin. Bila sedsaliya wî li gelê Kurd piroz be!
 KRONOLOJÎYA MELE MUSTAFA BARZANÎ  1- Tesîra xebata BARZANÎ: dîplomasî,  be?darîya hemû  çîn û kategorîyên civata kurd, di ?ore?a BARZANÎ de kom bûne. 2. Kurd û Kurdistanbûna BARZANÎ: neteweyetî ji BARZANÎ re tevayîya Kurdistanê ye. 1903-1904: Ji dayîka xwe dibe.1905:  Ligel dayîka xwe li zîndana Diyarbekirê / li Amedê tê girtin.1906: Ji Suleymanîyê tê sûrgunkirin.1907: Raperîna ?eyh Abdulselam û Barzanî digel dayîka xwe li Musulê tê girtin û dikeve zîndanê.1909:  Barzanî ji zîndana Musilê azad dibe.1914: ?eyh Abdulselam tê bidarvekirin û Barzanî bi çavên serê xwe dibîne.1932: Barzanî derbasî Diyarbekirê dibe û li wir tê girtin. Dewleta Tirk çavdêrîya wî dibe.1934: Ji zîndana/î Tirkiyê tê berdanê.1935: Ligel Xalît Xo?evî dest bi serhildanê dike.1945-1946 Komara Mihabadê/komara Kurdistanê, dibe General Barzanî.1961: Serhildana 11ê Eylûnê û rola Barzanî ji bo tevayîya Kurdistanê.1964: Problemên navxweyî, dubendî, ?erê navxweyî dest pê dike.1970: 11ê adarê, serhildan1974: A?itî û li dijî vê a?itîyê plana Îranê.1975: Peymana/î Cezayîrê, peymana re? ya tunekirina Kurd û Kurdistanê.1979: BARZANÎ li Amerîkayê diçe ser dilovanîya xwe.1992: Dewleta federal a Kurdistanê... Ev nivîs berê di kovara rizgarî de hatibû we?andin. 08-03-07Maruf Yilmaz 

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur